Rojnameya Ronahî

Biryara DMME’yê sûcê mirovahiyê ye

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, serlêdana ji bo îşkence û pêkanînên xirab ên li dijî Rêber Ocalan li DMME’ê kiribû hat redkirin. Parlamentera HDP’ê Huda Kaya diyar kir ku biryar di encama piştevaniya hevpar a serdestan de hatiye dayîn û Meral Daniş Beştaş jî diyar kir Girava Îmraliyê wek qutiya girtî hatiye veşartin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) serlêdana parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di 2010’an de ji bo îşkence û pêkanînên xirab  kiribû, red kir. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Huda Kaya bertek nîşanê biryarê dan.

DMME NIKARE TECRÎDÊ VEŞÊRE

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş diyar kir biryara red ya DMME’ê daye tê wateya ku xwe înkar dikin û got: “Bi ti awayî ev nayê qebûlkirin. Tecrîda niha li girava Îmraliyê li hember Birêz Ocalan pêk tê di ti rêbaz û pêkanînê hiqûqê de cih nagirin. Ev encama biryara siyasî ya li ser şexsekî ye. Tecrîd teqez rêbazek îşkencê ye. Ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve jî redkirin vê rastiyê naguhere.”

DMME ALÎ DIGIRE

Beştaş destnîşan kir ku biryarên di demên dawî de DMME dide divê bikevin bin kontrolê û wiha dewam kir: “DMME’yê alî guhertiye. Dîreksiyona xwe ji hiqûqê dur xistiye. Mixabin Dadgeha Mafêm Mirovan a Ewropayê ji felsefa damezrandin û armanca xwe dûr ketiye. Ger welatên endamên Ewropayê di vî alî de daxwaza wan tunebe, di vê biryarê de ne hevpar bin divê teqez bibin xwedî helwest.”

Beştaş diyar kir ji bo serlêdana di 2010’an de hatiye kirin bersiva neyînî hatiye dayîn û ev jî bêcîdiyetiyek mezine û got: “8 sal şûnde îşkenceyê nake rojeva xwe û îfadekirina vê jî nabe. Ne mumkune em vê biryarê qebûl bikin. Ji sala 2010 pêşketinên cidî hatine jiyîn û divê ev pêşketin li ber çavan bên girtin. Birêz Ocalan ji 5’ê Nîsana 2015’an heta niha nikare hevdîtinê pêk bîne û tenê hiştine bi birayê xwe re hevdîtinê bike. Em niha ti agahiyê jê nagirin. Gelo li Îmraliyê çi dibe? Rewşa tenduristiya wî çiye? Hikûmet di vê mijarê de çi dike? Îmralî kirine wek qutiyekê.”

BIRYAR ŞERMEKE MEZIN E

Meral Daniş Beştaş di dawiyê de diyar kir ku divê DMME, DDB û hemû mekanîzmayên darazê vê rewşê li gorî îçtîhatên xwe binirxîne û ev di bin berpirsyarî û peywira DMME’ê de ye û got: “Ev biryar şerma herî mezin a sedsala me ye. Mekanîzmayên navneteweyî û dadgehên siyasî di encama polîtîkayên li hemberî Gelê Kurd de van biryaran didin. Ev biryar girêdayê pêşketinên li Tirkiye û Rojhilata Navîn tên jiyîn. Ji ber Birêz Ocalan ne girtiyekî ku tenê xwe temsîl dike ye. Divê ev neyê jibîrkirin.”

SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya jî bertek nîşan da û diyar kir ku ji bo serlêdana di 2010’an de hatiye kirin di 2018’an de bersiv tê dayîn û ev jî garabetek hiqûqî ya cudaye û wiha axivî: “Em wê jî bihêlin. Niha hatine asta biryar dayînê. Tenê vê li ber çavan bigirin, wê mexduriyeta tê jiyîn, binpêkirina maf û pratîka îşkencê wê bibînin. Piştî pêvajoya çareseriyê şûnde hemû têkiliyên pêre hatin birrîn û ev jî bi tena serê xwe sûcê mirovahiyê ye.”

Huda Kaya di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku biryara DMME’ê biryareke ku zîhniyeta serdest bi hevpartî daye ye û got: “Tenê em ji pratîkên çend salên dawî derkevin rê, ger ev biryar bidana wê binpêkirin û îşkence bidîtana. Biryara DMME’ê mînaka piştevaniya serdestan a polîtîke. Ev biryar li gorî krîterên nirxên gerdunî û mafê mirovan nîne. Emê di alî hiqûqî de vê pêvajoyê bidomînin. Divê demildest dest ji vê polîtîkayê berdin. Divê hevdîtinên bi Birêz Ocalan re pêk bên.”…JINNEWS