Rojnameya Ronahî

Stranên wan ji bo Berxwedana Serdemê ne

Desteya Çand û Hunerê ji destpêka ku xwe li herêmên Şehbayê bi cih kirine, ji zarokên Efrînê re çalakiyan bi rêxistin dike.Di vê çarçoveyê de desteyê di hefteya derbasbûyî de du stran bi navên “Berxwedana Efrînê” û “Bihara Gundê Me” çêkirin. Ew her du stran ji aliyê koma ku ji 5 zarokên Kampa Berxwedan pêk tê, tê pêşkêşkirin. Endamên desteyê di hefteyê de du rojan wan zarokan perwerde dikin.
Endamên Desteya Çand û Hunerê Ferhad Elûş diyar kir balafirên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê îradeya gelê wan neşikand û armancên wan pêk nehatin. Elûş di axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî wan berê xwe da herêmên Şehbayê û xwe li wê derê bi cih kirin, wan berxwedana xwe dewam kir, ji ber wê wan stran li ser berxwedana Efrînê û gelê wê çêkirin û di stranên xwe de destnîşan dikin ku wê li warê xwe vegerin û bi vê yekê parastina çanda xwe dikin…ANHA