Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Derhênerên jin ên Kurd mohra xwe li Xelata Fîlman a Elman xistin

06/05/2024
in Uncategorized
A A
Derhênerên jin ên Kurd mohra xwe li Xelata Fîlman a Elman xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan
Derhêner Ayşe Polat bi fîlma xwe ya bi navê “Li Noqteya Kor” di Xelata Fîlman a Elman de xelata senaryo hrî baş, derhêneriya herî baş û berhema herî baş wergirt. Fîlmên ku Soleen Yûsef û Mîlena Aboyan kişandine jî gelek xelat wergirtin.
Xelata Fîlman a Elmanyayê di warê sînema û hunerê de merasîma xelatê ya herî girîng a Elmanyayê ye, êvara Înê li paytexta Berlînê merasîma xelatdayînê hat lidarxistin û xelatgir hatin eşkerekirin. Di merasîma xelatdayînê de derhênerên jin ên Kurd mohra xwe li merasîmê dan. Fîlmên ku ji aliyê derhênerên sînemayê Ayşe Polat, Soleen Yûsef û Mîlena Aboyan ve hatine kişandin gelek xelat girtin.
Fîlma “Im toten Winkel” a derhêneriya wê Ayşe Polat a ji Meletiyê kir sê xelat wergirtin. Fîlm xelatên “Produksiyona herî baş”, “Derhêneriya herî baş” û “senaryoya herî baş” wergirt. Çêkerê fîlm Mehmet Aktaş ji Mîtos Fîlm e, derhêner û senarîst jî Ayşe Polat e.
Polat ku êvara Înê li Berlînê ev xelat qebûl kir, xelata xwe diyarî “hemû jinên ku ji bo edalet û azadiyê bi lehengî têdikoşin” kir.
“Li Noqteya Kor” siyasî ye. Di fîlma ku li Qersê hatiye kişandin de qala JÎTEM’a ku Kurd direvîne û dikuje dike. Di fîlm de dayikeke Kurd a ku kurê wê ji aliyê dewletê ve hatiye revandin û windakirin, cih digire.
Mehmet Aktaş: Vê xelatê diyarî yilmaz guney dikim
Mehmet Aktaş ji ber ku projeyekê li Kurdistanê bû, tevî merasîmê nebû peyamek nivîskî şand. Ji Mîtos Fîlm Roj Haco xelata Aktaş wergirt û peyama nivîskî xwend. Aktaş diyar kir ku wî xelata Lola ya ku wergirtiye diyarî Yilmaz Guney dike û wiha got:
“Ez xelata Lola diyarî Yilmaz Guney dikim. Ew mamoste û rêberê min e. Wî bi fîlm û jiyana xwe min bi cîhana sînemayê da naskirin.” Ev gotinên Mehmet Aktaş li salonê bi çepik û tilîliyan hat pêşwazîkirin.
Fîlma zarokan a herî baş: sieger sein
Di merasîma Xelata Fîlman a Elmanyayê de, fîlma “Sieger Sein” (Serkeftin) wek “Fîlma herî baş a zarokan” hat hilbijartin. Derhêner û senarîstê fîlm Silêman Yûsif ji Duhokê ye.
Lîstikvanên sereke yên fîlma ku ji aliyê Sonja Schmitt, Christoph Daniel û Marc Schmidheiny ve hatiye çêkirin ev in: Jacqueline Rietz, Liza Stutzky, Dileyla Agirman û Andreas Dohler.
Di fîlm de Mona tevî malbata xwe ya Kurd ji Sûriyeyê direve. Malbat li Berlînê bi cih dibe. Mona tevlî tîma futbolê ya dibistanê dibe û dibe golparêz. Mona ku xaltîka wê şervaneke YPJ’ê ye, bi fikirîna li ser wê ji rewşa nebaş a sirgûnê rizgar dibe. Tîma dibistanê bi saya ruhê şerkeriya Mona beşdarî tûrnûvayekê dibe û tûrnûvayê bi dest dixe.

Sieger Sein ku li cîhanê beşdarî gelek festîvalan bûye, herî dawî hefteya borî di 1’emîn Festîvala Fîlmên Kurd a Dusseldorfê de hat nîşandan.
Elaha du xelat wergirtin
Şeva borî fîlma “Elaha” ya derhêner Mîlena Aboyan du xelat wergirtin. “Elaha” xelata “Bertirîn Berhema” (Matthias Greving) û “serlîstikvana jin a herî baş” (Miss Layla) wergirt. Senaryoya fîlm ji aliyê Mîlena Aboyan û Constantin Hatz ve hatiye nivîsandin.
Fîlm çîroka Elaha ya 22 salî vedibêje. Li gorî vê yekê, Elaha destgirtî dibe. Her ku dawet nêzîk dibe, ew bi hêviyên derdora xwe re rû bi rû dimîne. Ew di navbera evîna xwe ya bê şert û merc a ji bo malbata xwe û xwesteka wî ya ku jiyana xwe diyar bike de diqete. Fîlm jineke ciwan ku xwe bi hêz dike û bedena xwe kontrol dike, nîşan dide.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku xelata Fîlman a Elmanyayê ji sala 1951’ê ve tê dayîn û di sînemaya Elmanyayê de wek xelata herî bi prestîj tê dîtin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.