Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amadekariyên li darxistina kongireyê Deseteya Ekolojik

24/04/2024
in Uncategorized
A A
Amadekariyên li darxistina kongireyê Deseteya Ekolojik
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Bi drûşmeya “Bi Pradîgmeya Ekolojik Azadiya Rêber Apo û Çareserkirina Pirsgirêka kurd”, kongireya Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk wê di dawiya meha Nîsanê de bê li dar xistin.

Desteya Ekolojik a Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 26-27`ê Nîsanê wê kongireyekî li kantona Qamişlo li Zanîngeha Rojava li dar bixe, der barê vê yekê de hevserokê Desteya Ekolojik Îbrahîm Esed ji rojnameya me re axivî.

Îbrahîm Esed got: “Bi raghandina Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sê xebatên me yên bingehîn hebûn (Avakirina Desteyê, Akademiya Jîngehî, li dar xistina kongir weke kongireyekî jîngehî li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê) bi drûşmeya (Bi Pradîgmeya Ekolojik Azadiya Rêber Apo û Çareserkirina Pirsgirêka kurd)”.

Armancên li dar xistina kongireya Desteya Jîngehê

Hevserokê Desteya Ekolojik ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Îbrahîm Esed got: ” Yek ji armancên me jî lidarxistina konferansa Desteya Ekolojik ku em tevlî hemleya azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan bibin”.

Îbraîm Esed wiha domand: “Armanca konferansa me ku Desteya Jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe berpirsyar bibîne der barê kar û xebatên tên meşandin çi di aliyên erênî û neyinî de her wiha li hember ziraran sekneke ber bi çav hebe”.

Îbrahîm Esed got: “Îro cîhan bi giştî di kaosekê re derbas dibe bi taybet jî pergala cîhanî ya sermaydar xetimandinekê jiyan dike di hawîrdorê û xwezayê de”.

Îbrahîm Esed ji bo çareserkirina pirsgirêkên Jîngehê bal kişand li ser Pradîgmeya Ekolojîk ya Rêber Abdullah Ocalan û got: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkên jîngehî û bidawîbûna êş û azarên tên kişandin di vî warî de li ser asta cîhanî weke alternatîf tekane Pradîgma Ekolojîk a Rêber Abdullah Ocalan e ya ku di parêznameyên xwe de pêşkêş dike”.

Îbrahîm Esed bal kişand ser tecrîda der heqê Rêber Abdullah Ocelan de pêk tê û wiha got: “Îro tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan tê feriz kirin ramangerê ku ev Pradîgmaya Ekolojik ji cîhanê re pêşkêş kir. Cîhan vê tecrîdê paş guh dike û bêdeng dimîne ev weke nameyekê em ê ji rêxistinên jîngehî, saziyên mirovahiyê re bişînin.

Bernameya Kongireyê

Derbarê bernameya kongireyê de Îbrahîm Esed got: “Kongireyê Desteya Jîngehê wê li ser du rojan berdewam bike 26, 27 meha Nîsanê”.

Îbrahîm Esed mijarên ku bên nîqaş kirin anî ziman: ” Ji mijarê sereke yên ku bên nîqaş kirin di roja yekemîn de(Ekolojîk di mudernîteya demokratîk ji berxwedanê heta avakirinê), wê kesên biyanî tevlî vê mijarê bibin akademsiyen, çalakvan, Rêxistinên Ekolojik ji dervî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi riya zomê”.

“Roja duyemîn wê li ser (Qirkirina Ekolojik wekî rêbazên qirkirina civakî û çandî û dijîtiya serhiladanê) bê nîqaş kirin, wê tevlîbûn ser asta her çar parçeyên Kurdistanê bi taybet li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sazî, rêxistin, delege û çalakvanên jîngehî ên ku di karê jîngehê de kar dikin çêbibe”.

Hêjayî gotinê ye ku wê 200 delege li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî kongireyê bibin ji meclis, sazî, deste, rêxistin, partiyên siyasî, û çalakvanên jîngehî. Wê ji derve nêzî 13 an 15 kesayetên akademsiyen tevlî konferansê bibin her yek ji van kesan wê nameyên xwe bixwînin.

Di heman demê de wê 5 desteyên me tevlî bibin: (Desteya Tenduristî, Desteya Aborî, Jineolojî, Şaredarî û Zanîngehan ew jî wê nameyên xwe di roja duyemîn de bixwînin. Di dawiya kongireyê de wê encama kongireyê bi daxuyaniyekê were dayîn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN
HAJMARA PDF

CIWAN DÎNAMÎKÊN PÊKANÎNA SERKEFTINA ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK IN

07/06/2026
QUNCIK NIVÎS

Gelo wê lêvegera Kurdan ava bibe!

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.