Rojnameya Ronahî

Hefteya çanda Kurdistan li Brukselê

Derwêş M. FERHO

Di van rojan de 5mîn hefteya çanda Kurdistan li Brukselê pêk tê. Bi filma dokumenter li ser Yilmaz Guney, The Ugly King di 17.09 û resepsiyona vekirinê di 20.09 dest pê kir. Bi daweta Kurdî, bi bûk û zava û hespên xemilandî di nava kuçeyên Bruksel de berdewam e. Çalakiyên curbe-cûr, ji çanda Kurdî, Ermenî, Asûrî, Flamanî, Berber/Kabilî û hwd di nava rojevê de ne. Roja yekşemê 23.09 ber êvarê diqede.
Yekemîn hefteya çanda Kurdistan di sala 2014 de pêk hatibû û her sal ev şahî dubare bû. Hefteya çandê ji aliyê Enstituya Kurdî ya Brukselê, Nav-Bel, Beşa çandî ya KNK bi hevkariya saziyên cuda, Rojava Solidarity Comitee, Info-Türk, Vrede vzw, Mazereelfonds, Ateliers du Soleil, MO, Wezareta çandê ya Flaman, şahredariya Brukselê û gelekên din amade dibe.
Armanca vê hefteya çandê ew e ku li ser herêma em jê hatine, xelkê vira bibin xwedî ramanên nû û derfetên pêywendiyên navneteweyî peyda bibin. Di wê çarçewê de derfeteke ku em bi xwe, xwe bi xelkê din bidin naskirin. Ji sedema ku xêrnexwazên Kurdistaniyan heta roja îro hemû derfetên xwe bi kar anîne û em li ber çavên xelkê din reş kirine. Hefteya çandê, ji bo hemû sazî û beşdaran, seranser mîna cejnê dibuhure. Çalakiyên çandî, konser, pêşangeh, semîner, film, govend, şano, lîstikên zarokan, standên pirtûkan, konê koçeran û gelek tiştên din derbas dibin. Ne bes Kurd, lê gelek komên din ji qada navneteweyî jî bi nasnameya xwe beşdar dibin. Û siyasetmedarên Beljîkî ku bi têkoşîna azadiya Kurdistanê re dost in bi dilxweşî hevkar in. Mînak, di resepsiyona vekirinê de sala bihurî, serokê Parlementoya Flaman, Jan Peumans beşdar bû û got, “bi serbilindî piştgiriya têkoşîna azadiyê li Kurdistan dikim.” Beşdarbûn û piştgiriya wî ji bo me serbilidiyek e.
Di resepsiyona vekirinê ya îsal de jî parlementera Flaman ya Brukselê Cieltje Van Achter beşdar bû û dostaniya xwe ji bo pirsgirêka Kurd haşkere anî ziman. Bi giranî li ser girîngiya zimanê dayikê di perwerdê de, xwedîderketin nasnameya xwe, xwedîderketina çanda xwe û îhtîrama mafên merovan li Kurdistan rawesta. Yek ji mabetên ku girîngî dayê, îhtîrama baweriyê bû. Di axaftina xwe de got ku ew bi tu awayî siyaseta dewleta Turk ku dêran/kilîse diguherin mizgeftan napejirînin. “Û heta li Turkiyê demokrasî bi cî neyê, heta Kurd nebin xwedî mafên bingehîn, perwerda bi zamnê dayikê, nasnameya Kurdî nebe rastiyek, heta Azadiya ramanê, baweriyê û siyasetê nebe, ciyê Turkyê di Yekîtiya Ewropa de nine.”
Ji bo vê yekê jê xêrnexwaz û dijminê hebûna Kurdan ji detpêkê ve ketin nav deb û dolaban û xwestin vê inisiyatîfê bidin rawestandin. Di qada siyasî de, di nav rayedarên şahredariya Brukselê de dijî van çalakiyên çandî de propagandeke bê bingeh kirin. Ji ber wan sideman jî sala bihûrî şahredariya Brukselê biryara qedexekirinê hefteya çandê da. Sedema vê birayrê jî “ewlekarî” bû. Lê ev biryara wan pûç hate derxistin. Ji ber ku Enstituya Kurdî ya Brukselê doz li hember şahredariyê vekir. Dadgehê ev biryar ne rast dît û hefteya çandê pêk hat. Bi vê yekê gavek girîng hate avêtin. Ango, biryara wan, bi zagona wan bi xwe hate pûçkirin.
Xebatên weha, li Ewropa yan jî welatên din girîng in. Divê em Kurdistanî ji şik û bêbaweriyan azad bibin. Divê em bi xwe bawer bin û xebata xwe bidomînin. Dost û alîgir jî bi hêza me ve girêdayî ye. Kes serê kesekî din naxwerîne.