Rojnameya Ronahî

2 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG’ê diyar kir, li Lêlîkanê di çalakiya gerîla de 2 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 22’ê Îlonê saet 14:30’î li herêma Sidekan a Başûrê Kurdistanê li artêşa TC a dagirker xistin ku li ser girê Lêlîkan ê Bradostê bû. Ji du baskan ve li stargeh û kozikên dijmin hate xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin.`