Rojnameya Ronahî

Em ê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin

Tevgera Ciwanên Rojava li bajarê Girê Spî meşek lidarxist û diyar kir ku ew ê bi têkoşîna xwe Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.

Bi armanca şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk û  komên çete yên girêdayî wê yên li dijî Efrînê, Tevgera Ciwanên Rojava meşek li bajarê Girê Spî pêk anî. Bi sedan ciwan û welatiyên Grê Spî beşdarî meşê bûn.

Meşê  ji Çerxerêya El-Elem a rojavayê bajarê Girê Spî dest pê kir û ber bi Çerxerêya El-Qefes ve dewam kir. Di meşê de bi dirûşmeyan dagirkeriya Tirk hat  şermezarkirin.

Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Ciwanên Rojava, YPG, YPJ û QSD’ê hatin bilind kirin.

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid axivî û wiha got: “Em pişta xwe nadin Amerîka, Rûsya, Tirkiyê û ne tu aliyên din û ne Cinêv, Astana û Soçiyê. Em ê bi hevgirtin, yekitiya xwe axa xwe ku bi xwîna pîroz a şehîdan hatiye avdan, rizgar bikin. Kesên parastina welatê xwe nekin ne hêja ne ku li ser axa welat bijîn. Efrîn niha dagirkirî ye û bi yekitiya me û girêdana me bi doza me ve bêguman em ê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin.”

Li ser navê Yekitiya Jinên Ciwan Rîhab El-Hemadî û li ser navê meclisa kantonê Kamil Mehmûd axivîn û li dijî dagirkeriyê banga hevgirtinê li pêkhateyan kirin û dan zanîn ku gelê Sûriyê tu carî bi van siyasetên dagirkeran nayên xapandin û diyar kirin ku wê têkoşîna xwe li ser xeta Ocalan û şehîdan heta rizgarkirina hemû gelên bindest bidomînin û gotin, “rizgarkirina Efrînê rizgarkirina hemû Sûriyê ye.

Meş bi duruşmeyên rizgarkirina Efrînê bi dawî bû..