Rojnameya Ronahî

Zarokên gund bê dibistan dest bi perwerdê kirin

Li Reqayê di 16’ê Îlonê de sala nû ya perwerdê hat dest pê kirin. Bi deh hezaran xwendekar dest bi xwendinê kirin. Lê 100 şagirtên ji Gundê Qurtube yê Reqayê ji ber nebûna dibistanê di odeyekê de dest bi perwerdê kirin.

Zarok û welatiyên gundê Qurtube yê Reqayê bang li Meclisa Sivîl a Reqayê û Komîteya Perwerde û Fêrkirinê kir ku cihekî ji bo wan peyde bikin da ku xwendina xwe dest pê bikin.
Di destpêka sala perwerdê ya nû zarokên gundê Qurtuba yê Reqayê bê dibistan mane. Zarokan ji neçarî li ser erdê û di bin tavê de sala perwerdeyê ya nû dest pê kirin.
Gundê Qurtube li bakurê Reqayê ye. Di gund de nêzî 100 şagirt hene. Ji ber nebûna cih, zarokan sala perwerdeyê ya nû di odeyekê de dest pê kirin.
Şagirtan diyar kirin ku ew bi hewcedariya dibistanekê ne. Di zivistanê de ew ê nikaribin di kolanan de perwerdeya xwe bibînin.
Têkildarî mijarê Endamê Komîna Gund Mihemed El-Hemîd wiha got: “Em dixwazin zarokên me fêr bibin. Ji bo çareseriya pirsgirêkê me bi dilxwazî qadek ji bo dibistanê diyar kir. Em ji zû de daxwazA dibistanekê dikin lê aliyên têkildar daxwaza me paşguh kirine.”
Li Reqayê di 16`ê Îlonê de sala nû ya perwerdeyê dest pê kir…ANHA