Rojnameya Ronahî

Îran welatekî dewlemend e lê gel birçî ye

Îran ji gelek aliyan ve yek ji welatên herî dewlemend e. Lê 80 ji sedî yê gel di bin sînorê birçîbûnê de ye.
Li Îranê zêdeyî 150 milyon bermîl çavkaniyê petrolê hene. Ji aliyê dewlemendiya petrolê ve sêyemîn an jî çaremîn welat e ku herî zêde çavkaniyên petrolê lê hene. Piştî Rûsyayê çavkaniyên herî zêde yên gazê li Îranê ne.
Di warê mîneralan de jî Îran yek ji 15 welatên sereke ne. Ji aliyê çînko ve welatê herî dewlemend ê cîhanê ye. Duyemîn rezervên herî zêde yên sifirê li Îranê ne. Ji aliyê rezervên hesin ve Îran li cîhanê di rêza nehemîn de ye. Di warê ûranyûmê de 10. rezervên herî zêde di destê Îranê de ne.
Yek ji sedî yê nifûsa cîhanê li Îranê ye. Lê belê li gorî lêkolîneke navenda lêkolînan a parlamenta rejîma Îranê 7 ji sedî yên mîneralên li gelemperiya cîhanê li Îranê ne.
Tevî vê dewlemendiyê jî 80 ji sedî yê nifûsa Îranê di bin sînorê xizaniyê de ye.
Li Îranê mehên dawî ji ber xizanî, zuhabûn, kêmbûna avê, nelirêtî û xizmetên nebaş ên cemaweriyê xwepêşandanên protestoyî tên lidarxistin. Di medyayê de jî gelek nûçeyên li ser rewşa giran a gel tên weşandin.
NIKARIN NANEKÎ JÎ BIKIRRIN
Kesekî ji eyaleta Azerbaycanê roja 22’ê Tebaxê ji ajansa nûçeyan a fermî Tasnîmê re axivî û got, “Ez nikarim nanekî jî bikirrim.” Heman kesî got, “Meha bihurî buhayê her tiştî bi du qatî zêde bûn. Kes nikare ji xwe re nanekî bikirre. Nan jî buha ye. Ez mirovekî teqawît im. Maeşê min ê mehane 4 milyon riyal e. Bi vî maeşî nikarim tiştekî bikim.”
Pisporekî aboriyê roja 3’ê Îlonê ji qenala Channel 3 re axivî û got, “Bi rastî jî her tişt gelekî buha bûye. Birinc bi 46 ji sedî, rûn bi 51 ji sedî, hêk bi 37 ji sedî buha bûne. Derman li gelek deveran bi dest nakeve.”
Îraniyekî din jî ji qenala fermî ya Îranê re got, “Ez nikarim biçim mala xwe, ji ber ku fedî dikim ku hevser û zarokên min, min bibînin. Eger tiştekî bixwazin, ez nikarim bikirrim.” Heman Îranî diyar kir ku meheke ji bo dîtina karekî her sibehê derdikeve, lê belê kar bi dest nexistiye û got, “Tişta ku qezenç dikim berî bigihêjim malê diqede. Du ya jî sê meh in min nekariye fêkî ji malbata xwe re bikirrim.”…ANF