Rojnameya Ronahî

Şaredariya Gel xebatên xizmetê didomîne

Şaredariya Gel a Dirbesiyê ji bo pêşwazîkirina demsala zivistanê dest bi xebatên xizmetguzariyê kir.
Bi hatina zivistanê re Şaredariya Gel a Dirbesiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan gelek xebatên xizmetguzariyê û projeyan birêvedibe.
Wek gava yekemîn şaredariyê dest bi sererastkirina hemû rêyên navçe, bajarok û gundan kir û rêyên pêwîst qîr kirin.
Her wiha şaredarî toreyên kanalîzasyonê yên navçe, bajarok û gundan sererast dike. Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên kombûna avê li taxan û malên welatiyan gelek rogar ava kirin.
Şaredariya Gel a navçeya Dirbesiyê bi hevkariya komînên navçe, bajarok û gundan ji bo xebatên çandiniyê mazotê li cotkaran belav bike.
Hevserokê Şaredariya Gel a Dirbesiyê Mihemed Salih Xelî wiha got: “Em wek saziyek xizmetê, ji bo xizmeta gelê xwe û bi derfetên xwe yên heyî dixebitin.”…ANHA