Rojnameya Ronahî

Şaredariya Minbicê lez daye xebatên xizmetguzariyê

Di çarçoveya amadekariyên demsala zivistanê de, Şaredariya Gel a Minbicê ji bo rêgirtina li ber kombûna ava baranê û paqijkirina rogaran, li kêleka projeyên xwe lez daye xebatên pêşwazîkirina zivistanê.

Ekîbên xizmeguzariyê yên girêdayî Şaredariya Gel a Minbicê bi derfetên heyî bi gelek porjeyan (riya Cizîrê ya nêzî Çerxeriya Jin, riya Geliyê Elsêl, rogarên li taxên riya Heleb û avakirina kolana Komeleya Cotkaran,… hwd) rabûne. Di werşeyên Şaredariya Gel a Minbicê de bi dehan karkerên pispor hene. Komîteya wê ya giliyan jî daxwazên welatiyan li gorî derfetên xwe bi cih tîne.

Şaredariya Gel a Minbicê ji bo paqijiya bajar li ser du danan komîteyên xwe dixebitîne. Di her danekê de 15 werşe hene. Di her werşeyekê de erebeyek paqijiyê, ajokarek û 4 karkerên paqijiyê dixebitin. Karker jî li hemû taxên bajêr digerin û copa bajar jî li pişta geraca Minbicê kom dikin. Pişt re erebeyên şaredariyê wê çopê vediguhêzin bakurê Minbicê û li nêzî xeta El Sacûr tê şewitandin. Di vê derbarê de karkerên paqijiyê xemsariya şêniyên bajêr rexne dikin ku çopê navêjin cihên pêwîst.

Şaredariya Gel a Minbicê ji bo rohnîkirina riyan jî di beşa ceyranê de barekî mezin hilgirtiye ser milên xwe. Li gorî xebartkaran, di wê beşê de tevî 4 alavên xizmetguzariyê 4 karker jî dixebitin. Di vê derbarê de karmendên ceyranê eşkere kirin ku di rojên pêş me de hemû projeyên wan ên ceyran û rohnîkirina riyan bi dawî bibin…ANHA