Rojnameya Ronahî

5 milyon zarok bi birçîbûnê re rû bi rû ne

Rêxistina Sivîl a Ingilîz Save the Chîldren ku mafê zarokan diparêze diyar kir li Yemenê 5 milyon zarok li ber xetereya birçîbûnê ne.
Save the Chîldren di raporê de diyar kir li Yemenê birçîbûneke wiha heye ku beriya niha mînakên wê nehatine dîtin. Li gorî NY’yê krîza herî mezin a cîhanê li vî welatî ye.
Midûrê Save the Chîldren Helle Thornîn-Schmîdt, “Li bakurê Yemenê li nexweşxaneyeke perwerdehiyê, dema ku min serdana wan kirî, zarok bi qasî ku nikaribin bigirîn li xwe şikandibûn, ji birçîbûnê hal di laşê wan de nemabûn’’.
Li gorî Fona Zarokan UNÎCEF’ê di şerê Yemenê de 2 hezar û 200 zarok hatine kuştin.
Duşemê ji bo bajarê stratejîk ê welêt Hudeydeyê bistîne hêzên hikûmetê yên bi desteka koalîasona Ereb a bi pêşengiya Siûdî dîsa operasyon da destpêkirin. Operasyon dibe asteng ku alîkariya mirovî derbas bibe.