Rojnameya Ronahî

Li kampa Eyn Îsa wê dibistan bên vekirin

Ji bo zarokên li kampa Eyn Îsa rêveberiya kampê bi hevkariya rêxistinên mirovî ku li kampê kar dikin, dibistanan vedike. Her wiha bang li rêxistinên mirovî hate kirin ku piştgiriya beşa perwerdeyê bikin.
Rêveberiya kampa Eyn Îsa ji bo ku mafê xwendinê yê zarokan, bi cih bîne di nava hewldanan de ye.
Bi wê armancê rêveberiya kampê dibistanek li kampê vekir. Niha bi hevkariya rêxistinên ku li kampê kar dikin û ji bo pêşwazîkirina zarokan dibistanên din vedike.
Hejmara xwendekarên dibistanên kampa Eyn Îsa 2 hezar û 960 e. Temenên wan di navbera 6-12 saliyê de ne
Materyalên ku li dibistanên kampê tên belav kirin, materyalên dibistanên Reqayê ne û li dibistanên ku rêxistinan vekirine, materyalên navneteweyî ne.
Têkildarî mijarê Endamê Rêveber ê Kampa Eyn Îsa Celal El-Eyaf wiha got: “Zarok li dibistanên kampê hatin bi cih kirin. Wek rêveberiya kampê me hewl ku zarok ji mafê xwendinê bê par nemînin.”
Di dawiyê de El-Eyaf bang li rêxistinên mirovî kir ku piştgiriya beşa perwerdeyê bikin û navendeke tenduristiyê li dibistanên kampê vekin û her wiha pêdiviyên dibistanê bi cih bînin…ANHA