Rojnameya Ronahî

QSD ber bi Hecîn ve pêşde diçe

QSD`ê destnîşan kir ku şervanên wan li gundê El-Baxoz bi pêş de diçin û 12 nuqteyên xwe li wê derê ava kirin, li derdora El-Sûse jî hêzên wan bi pêş de diçin û bi dehan sivîl rizgar kirin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya QSD`ê bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê 24 saetên dawî  Qonaxa Dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê eşkere kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“1- Li derdora El-Baxoz di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ`ê de şer derket. Derbeyên giran li çeteyan hatin xistin. Her wiha hêzên me bi awayekî berbiçav di hundirê gund de pêşde çûn û gelek nuqte ji çeteyan rizgar kirin.

Çeteyan jî bi zanebûn mayin di rêya hêzên me de danîn da ku pêşketinên wan asteng bikin. Şervanên me derbeyên giran li xetên parastina çeteyan xistin.

Hêzên me 12 nuqteyên xwe di hundirê El-Baxozê de ava kirin. Her wiha topavêjên Koalîsyona Navneteweyî baregehên çeteyan kirin hedef û rûxandin.

2- Li derdora El-Sûsê şerê rû bi rû bi çeteyan re derket. Çeteyan rextên bombebarkirî bi kar anîn. Du çeteyan xwe teqand. Di encamê de 2 şervanên me şehîd bûn.

Her wiha hêzên me êrîşên çeteyan têk birin. Nêzî 2 kîlometre bi pêş de ketin. 11 nuqte ji çeteyan rizgar kirin û heta niha ew dever tê topbarankirin.

3- Di encama şerê 24 saetên li her du aliyan de 13 çete hatin kuştin. Hejmarek ji çeteyan birîndar bûn lê hêjmara birîndarên wan nehat zanîn Her wiha balafirên Koalîsyona Navneteweyî tevgera çeteyan kir hedef. 2 şervanên me jî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn.

4- Hêzên me gelek sivîl ji herêmên şer rizgar kirin û li kampa Îwa ya li gundê El-Behre bi cih kirin û hemû pêwîstiyên wan yên jiyanî bi cih anîn.”