Rojnameya Ronahî

Îran beşdarî operasyona Îdlibê nabe

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku ew beşdarî operasyona leşkerî ya li Idlibê nabin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Behram Qasimî ji rojnamevanan re wiha got: “Em di çareserkirina doza Idlibê de bi israr in ku ziyan bi gelê Sûriyê nebe. Em bi riya peywendiyên xwe bi Tirkiye û Rûsyayê re pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. Me gelek caran ragihand ku hebûna me di Sûriyê de tenê ji bo alîkariya şêwermendiyê ye û em beşdarî ti çalakiyên li Sûriyê nabin.”
Qasimî wiha dewam kir: “Niha em derbarê mijara mirovî de li Idlibê xebatan dimeşînin. Em bi hêvî ne van xebat encamdar bin, ji ber ku mijarekî gelekî girîng e.”