Rojnameya Ronahî

Gelê Til Berak ji bo Efrînê rabû

Welatiyên navçeya Til Berak diyar kirin ku Erdogan hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bi dagirkirina axa Sûriyê  binpê dike û ji rêxistinên mirovî yên navneteweyî xwestin ku li hember vê yekê helwesta xwe nîşan bidin.

Di çarçoveya piştgiriya berxwedana bi gelê Efrînê re, li ser daxwaza Meclîsa Navçeya Til Berakê welatiyên navçeyê çalakiyeke girseyî li dar xist. Welatiyan destdirêjî û kiryarênTirkiyê yên li Efrînê bi tundî şermezar kirin.

Di çalakiyê de dirûşmên wekî  “gelê Sûriyê yek e”, “Hilweşe rêjîma Erdogan”, “Bijî Rêber Ocalan” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” qîriyan û alên YPG, YPJ û QSD’ê hatin bilind kirin.

Di çalakiyê de banga rizgarkirina Efrînê ji destê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê hate kirin.

Çalakiyê de hat gotin ku Erdogan bi destdirêjî û dagirkirina axa Sûriyê qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike û bang li rêxistinên navnetewî kirin ku li dijî dagirkeriyê bi erka xwe rabin.

Di çalakiyê de Endamê Meclîsa Kantona Qamişlo Mazlûm Yûsif axivî û wiha got: “Bi saya fedakariyên Berxwedana Serdemê gelek herêmên Sûriyê aram in. Em ji navçeya Til Berak dengê xwe bilind dikin û dibêjin em ê li rex welatiyên Efrînê asta têkoşîna xwe ji bo rizgarkirina Efrînê bilind bikin.”

Yûsif diyar kir ku  erka her welatiyekî Sûriyê ye pku arastina hemû deverên Sûriyê bike û got: “Ji destpêka şoreşê ve heta niha hevgirtina pêkhateyên herêmê di bin sîwana neteweya demokratîk de xurttir dibe. Xwîna şehîdên van pêkhateyan ketiya nava hev û bi saya vê hevgirtinê gelek destkeftî hatine bidestxistin.”

Çalakî bi tilîliyên dayikan û dirûşmên dilsoziya bi Berxwedana Serdemê ya Efrînê re bi dawî bû.