Rojnameya Ronahî

QSD li gundê Sûsê 2 km pêş de çû

Hêzên Sûriya Demokratîk qonaxa dawî ya pêngava ku beriya hefteyekê ya ji bo rizgarkirina bajarokê Hecînê dabû destpê kirin dewam dike.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên QSD’ê hatin girtin, şervanên QSD’ê di çarçoveya qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê de li derdora gundê El Sûse ya Dêra Zorê 2 kîlometre bi pêş ve çûne.

Berî rojekê li gundê Boxaza Jor a li nêzî sînorê Iraqê di navbera şervanan û çeteyan de şerê dijwar rûdabû. Ev gund 6 km ji sînorê Iraqê dûr e.

Piştî operasyona ku QSD’ê dabû destpêkirin û şûnde bi dehan sivîl ji bejahiya bakurê bajarokê Hecînê gihiştin bajarokê Îwa.