Rojnameya Ronahî

Aşitî wê bi azadiya Ocalan pêk were

Nivîskar Azad Pênciwênî diyar kir ku Ocalan ji bo azadiya her çar parçeyên Kurdistanê têdikoşe û bi azadbûna Ocalan re wê li herêmê aşitî pêk were.

Zêdetirî 19 sale Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navnetewî di zindana Îmralî de hatiye dîl girtin. Ji sala 2011’an ve tecrîdek girankirî li ser Ocalan tê meşandin û dewleta Tirk nahêle malbat û parêzerên Ocalan serdana wî bikin. Agahî ji Ocalan nayê standin.

Li ser tecrîd kirina Rêber Ocalan nivîskar û derhênerê Kurd Azad Pênciwênî axivî û diyar kir ku di nava sed salan de tenê carek kesayetek mezin tê dinê û wiha got; “Em dikarin bêjin di sedsala 21’an de Ocalan yek  ji wan kesên mezine. Lê tevî hemû astengiyan jî ji bo yekitiya herçar parçeyên Kurdistanê têdikoşe. Heya Ocalan di zindanê de be, wê pirsgirêka Kurd xirabtir be. Bi azad bûna Ocalan wê aştî li herêmê pêkwere, ji ber ku Ocalan ji bo aştiyê dixebite.”

Nivîskar û derhêner Pênciwênî di dewama axaftina xwe de bang li rewşenbîran kir û û got; “Divê rewşenbîr ji bo azadiya Ocalan xebatê bikin. Ev erkê hemû kesê xwedî exlaqe. Divê em nehêlin Ocalan di bin wê tecrîdê de bimîne. Pêwîste em weke qehremanekê li Ocalan binêrin û di asta vê mijara mezin de bêdeng nemînin.”

Pênciwênî di derbarê komploya navnetewî a li hemberî Ocalan de hatî kirin jî axivî û da zanîn ku ger dijmin bixwaze li civakekê bixe, li aqil û aliyên rewşenbîr dixe û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Ocalan  xwedî ruhekî Kurdayetî ye. Dijmin ji vê ditirse. Dijmin û xiyanetkarên li welat naxwazin Ocalan gelê Kurd şiyar bike.”…ROJNEWS