Rojnameya Ronahî

Komîteya Aborî ya navçeya Amûdê projeyên nû pêşdixe

Ferîşte NEZÎR

Komîteyên aborî yên Bakurê Sûriyê hemû pêdiviyên pêwîst ên gel pêk tînin, her wiha projeyên gel ên biçûk jî pêşwazî dike û wan projeyan lêkolîn dike, dema li gorî mercên heyî be dikeve merytê de, di heman demê ser pêşxistina projeyan jî dixebitin.
Ji bo zêdetir naskirina xebatê komîteya aborî ya navçeya Amûdê a Herêma Cizîrê Rojnameya Ronahî serdana navçeya Amûdê kir û Endama komîteya Aborî Menal Esed diyar kir ku
Endama Komîteya Aborî Menal Esed got: “Sê Endam cihê xwe di komîteya aborî de digrin, her wiha ev komîte bi saziyên bazirganî, pêşesazî, mala kooperatîfan û aboriya jinê re girêdayî ye yanî hemû hev temem dikin. Di heman demê de ev komîte çavdêriya xebatê van saziyên ku me bi bîr anî dike û pilanên mehane tê dayîn û li ser wan tê xebat kirin, ev pilan jî ser xizmetêb pêwîste tê kirin.”
Hevkarî û qordînekirina xweşik bûnê dide xebatê
Menal diyar kir ku di destpêka xebatê wande rastî gelek zehmetiyan hetin û wiha got: “Ev zehmetî ji ber kêm hevkarî û têkîliya saziyên têkîldar hebû, lê di dema niha de xebat pir xweş û bi serkeftî tê meşandi, her wiha ew pirsgirêkên ku di di saziyên têk,îldar de çêdibe jî em wekî komîteya aborî li bi wan saziyan re kom dibin û çareser dikin. Her wiha raporên xebatê mehan û pêşniyarên wan saziyan têne berdestên komîtê wiha hemû raporan dikin yek û ji Yekîtiya aborî re dişînin. Ev serkeftin û pêşxistina xebat jî di encama hevkarî û têkîliyan de çêbû.”
Menal Esed da zanîn ku proje li gorî pêwîstiua herêmê hene, wekî projeya avakirian bajarê pêşesaziya “Sînaa” lê ji ber kêm madî anî “mîzanî” ev proje nêzî du salin tê rawestandin. Û Menal wiha dom kir: “di dema niha de lêkolîn ser projeyek nû tê kirin, piştî lêkolîn kirinê emê radestî Komîteya Anborî ya bajarê Qamişlo bikin, dem bê êerênî kirin em ser bi xebitin.”
Endamê Komîteya Aborî Mihemed Çolî bal kişand ser girîngiya kooperatfan û wiha got: “Komîteya aborî ser xebatê kooperatîfan disekinê û girîngiyê dideyê. JI ber ku civakî ye û ser pêwîstiyên civakî disekirn, yek ji pêwîstiyên wê jî elektirîkê, ji bo wê jî ser kooperatîfa jentoran disekinin û her vê projeyê pêş dixin. Ku demjimêrên vêxistina jenetorê di rojê de ji 9 heye 10 seatan ne, armanc jê jî da ku gel ji hêla xwediyên jenetoran rastî kêysbaziyê neyin.”
Projeyên demên pêş
Mihemed Çolî da zanîn ku ku projeyên wan yên demên pêş hene û wiha got: “D aku aboriya civakê bi rengekî komînal pêşbikeve gelel projeyên me hene, yek jê jî mala kooperatfan ku driyê wê ji bo daxwazî û projeyên gele re vekiriye. Ev proje li gorî mercên kooperatîfê têne lêkolîn kirin, şûnde mala kooperatîfan radestî komîteya aborî dike û dema ku projea hate rênîkirin li ser tê xebat kirin.Armanc ji pêşwazşkirina van projeyanda ku em ji hemû hêla navçeya Amûdê pêş bixin, ku di dema niha de projeya kedîkirina sewlan tê lêkolîn kirin.”
Mihemed Çolî dest nîşan kir ku ji ber kêm barîna baranê musimê îsal yê çandiniyê kêm hat û wiha bi dawî kir: “Bi armanca avakriian derftên kar ji bo milet niha wekî komîteya aborî projeya kolana bîrên ji bo çandiniyê di hundirê zeviye ku rûbariya wê 10 hezar donim de tê lêkolîn kirin. Her wiha zevî hene ku rûbariya wan di navbera 400 û 500 donim heye ku du bîrênb irtiwazî ji bo avadaniya bexçeyê betatan tê de hatine kolandin.”