Rojnameya Ronahî

Li navenda Efrînê 6 çete hatin kuştin

YPG`ê diyar kir ku di roja 13`ê Îlonê de yekîneyên wan li navenda bajarê Efrînê li dijî artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê sê çalakî lidar xistin. Di encamê de, 6 çeteyên artêşa tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

“Di çarçoveya pêngava duyemîn a Berxwedana Serdemê li Efrînê yekîneyên me hêzên artêşa Tirk a dagirker û komên çete ên bi ser ve li navenda bajar û bejahiya wê hedef girtin û çalakiyên bi bandor pêk anîn. Agahiyên di derbarê encamên çalakiyên ku hatine lidarxistin wiha ne;

Di dîroka 13’ê Îlon’ê de hêzên me li herêma di navbera Tirindê û El-Meqla yên ser bi navenda bajarê Efrînê de kombûneke çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker hedef girtin. Di encama çalakiyê de, yek ji wan bi navê Mistefa Mihemmed Elî, 2 çeteyên koma Ehrar el-Şam hatin kuştin, 3 leşkerên Tirk û çeteyek jî brîndar bûn.

Di heman dîrokê de yekîneyek me li navenda bajarê Efrînê li hember komek çete çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çeteyên bi navê Ebdullrehman El-Kurdî û Fehd El-Derwêş hatin kuştin.

Di heman rojê de yekîneyek me li taxa Tirindê ya ser bi navenda bajarê Efrînê kombûna çeteyên bi navê “Polîsên Leşkerî” hedef girtin û çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete birîndar bûn.”