Sunday, June 7, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çarçoveya têgînî…Qirkirin

03/07/2024
in Uncategorized
A A
Çarçoveya têgînî…Qirkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ji remanê Rêber Apo

Qirkirin weke dewama asîmîlasyonê ye, gel, hindikayî, her cure komên dînî, mezhebî û etnîk ên bi asîmîlasyonê nikaribin bi wan, dixwazin bi rêya fizîkî û çandî wan bi temamî tesfiye bikin û wan têk bibin. Li gorî rewşê ji herdu rêbazan yek tê tercîhkirin. Rêbaza qirkirinê bi awayekî fizîkî bi giştî bi çanda elîta serdest ango li gorî çanda dewleta netewe bi komên çandî yên di rewşa serdest de têne kirin. Mînaka tîpîk a ji bo vê yekê jenosîdên ji bo çanda Cihû û gelê wê ye. Tevahiya dîrokê Cihû hem di qada maddî de û hem jî di qada çanda manewî de beşên herî bi hêz pêkanîn û ji ber vê, li hewldanên tinekirin û derbên fizîkî yên çandên serdest ên dijber rast hatin, timûtim qirkirinên weke pogrom têne binavkirin bi serê wan de hatin.

Rêbaza duyemîn a qirkirinê ceribandinên qirkirinê yên çandî ne, û zêdetir çanda dewleta netewe û elîtên serdest li ser gel, civakên etnîk û komên baweriyê yên qels û pêşneketine tê ferzkirin. Bi qirkirina çandî ya weke mekanîzmaya bingehîn tê xebitandin armanc ew e, di nava çand û zimanê dewleta netewe û elîta serdest de bi tevahî tesfiyekirina van gelan û koman e. Di serî de saziyên perwerdeyê di nava her cure saziyên civakî de ev gel û kom têne hêran û bi vî awayî hewl didin wan tine bikin. Qirkirina çandî li gorî ya fizîkî bêhtir bi êş û jan e, cureyekî qirkirinê ye, dirêj dajo. Encamên rê li ber vedike ji ya fizîkî bi zêdetir felaket in; ji bo gel an jî civakekê felaketa herî mezin e ku di jiyanê de lê rast bê yan jî bi serî de bê. Gel an jî civak neçar têne hiştin hebûn, nasname, hemû hêmanên çanda maddî û manewî yên xwezaya wan pêk tînin biterikînin û ev bi çarmîxkirina demeke dirêj re wekhev e. Li vir, mirov ji bo nirxên çandên li ber qirima qirkirinê ne, nikare behsa jiyanê bike, belkî mirov dikare bibêje, nalenale wan e. Modernîteya kapîtalîst wexta kara herî zêde bi dest dixe, êşa esas a tevahiya gelan, çînên bindest û karkeran bi mêtina nirxên wan ên maddî nade kişandin, ji ber ku bi tevahî nirxên wan ên çandî li çarmîxê dixe êşeke kûr bi wan dide kişandin. Ji bilî çanda fermî ya dewleta netewe, rastiya tevahiya nirxên çandî û maddî yên din candayîna di çarmîxê de ye. Jixwe wekî din, nabe ku mirovatî û hawîrdora ekolojîk bikin çavkanî û biqedînin.

Kurd di nava gelên qirkirina çandî dîtî de yê herî zêde bi encamên wê yên trajîk re rûbirûbûyî ye. Di vî warî de Kurd mînakeke balkêş in. Dewletên netewe yên serdest li ser nirxên çanda manewî û maddî ya gelê Kurd mekanîzmayeke çarmîxkirinê danîne û gelê Kurd di nava pencên vê mekanîzmayê de dinale. Di serî de nirxên gelê Kurd ên bi kedê hatin bidestxistin, bi tevahî nirxên civakî yên gelê Kurd ên civiyayî, çavkaniyên dewlemend ên binerd û sererdê bi awayekî eşkere talan dikin, yên mayî jî ji îmhayê re dihêlin, bêkar dikin, dirizînin, dikin ku kirêt bibe li rûyan neyê nêrîn û pê re jiyan nebe. Hiştine ku mîna rêyek bi tenê li pêşiya kesê Kurd be: Di nava dewleta netewe de bihele, bi tevahî ji nirxên xwe yên bingehîn biqere! Ji bilî vê rêya jiyanê nîne. Qirkirina çanda Kurdî ya car caran digihîje heta bi qirkirinên fizîkî jî belkî di serê wan mînakên herî trajîk û bi tesîr de ye ku rastiya modernîteya kapîtalîst bi her awayî eşkere nîşan dide.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.