Rojnameya Ronahî

QSD`ê qonaxa dawî a Bagera Cizîrê ragihand

QSD`ê qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê bi navê ʺŞerê Tunekirina Terorêʺ li rojhilatê çemê Firatê ragihand.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê qonaxa dawî a Hemleya Bagera Cizîrê ragihand.

Daxuyanî ku li navenda navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi civîneke çapemeniyê hate dayîn, gelek fermandarên QSD’ê, rûspiyên herêmê û bi dehan dezgehên çapemeniyê tê de amade bûn.

Daxuyanî bi zimanê Erebî ji aliyê Berdevka Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa Abdullah ve hate xwendin.

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

ʺŞerê tunekirina terorê bi Bagera Cizîrê tacîdar dibe.

Ev bû salek hêzên me destpêkirina hemleya Bagera Cizîrê  ya rizgarkirina bejahiya Dêrazor û Hesekê ragihandiye. Di hemleyê de, bi sedan gund, bi hezaran sivîl ji pencên rêxistina DAIŞ`ê ya teror û rûpareke mezin ji axa her du parêzgehan hate rizgarkirin. Ev yek jî bi alîkarî  û koordîneya di navbera hêzên me û Koalîsyona Navneteweyî de di aliyê ezmanî û topavêjan de pêk hat. Tenê herêma Hecîn û bejahiya wê di bin kontrola rêxistina terorê de maye.

Hêzên me duh ango roja Duşmenê (10 Îlon 2018) di saetên şevê de, qonaxa dawîn a hemleya xwe ya serkeftî û ya dawîn li rojhilatê çemê Firatê bi navê ʺŞerê Tunekirina Terorêʺ ji çar aliyan ve ku tunekirina rêxistina DAIŞ`ê li baregeha wê ya dawîn hedef digire, dest pê kir. Di vê qonaxê de, wê gund û bajarokên Hecîn, El-Sosa, El-Şefa û gund û mezrayên wê werin rizgarkirin. Ev herêma ku were rizgarkirin, rûbera wê di navbera 35 km dirêjî û 10 km firehî de ye û wê encamên qonaxên me yên Bagera Cizîrê tacîdar bibe.

Di vê qonaxa dawîn a hemleya Bagera Cizîrê de, wê tûgayên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, yekîneyên Hêzên Parastina Sînor, focên taybet ên YPG-YPJ, balafirên Koalîsyona Navneteweyî li ser asta şopandin û hedefgirtina noqteyan dê beşdar bibin. Her wiha dê topavêjên Koalîsyona Navneteweyî bi koordîneya bi artêşa Iraqê re bi rêya hedefgirtina noqteyên sabit ên terorê, destekê bidin hêzên me.

Em wek Hêzên Sûriyeya Demokartîk ku di tunekirina terorê li rojhilatê çemê Firatê bi israr in, lê em bi berpirsyariyên xwe yên mirovî radibin. Di vê çarçoveyê de, hêzên me korîdoreke mirovî nêzî bajarokê El-Bhera vekir da ku sivîlan rizgar bikin. Her wiha tîmên me yên taybet kampeke lezgîn ji bo pêşkêşkirina xizmetên lojistîk û tenduristî ji koçberan re amade kir. Di heman demê de, hêzên me der barê agahiyên li ser kesên ku hatine revandin û çarenûsa wan ne diyar e de, dê bi pozîtîf nêz bibin û dê bi erka xwe ji bo diyarkirina çarenûsa kesên hatine revandin rabe.

Şehîd namirin, bimire teror û alîkarên wan.ʺ