Rojnameya Ronahî

Civîna Tehran û Siyaseta Makyavelîst a Rusiya

Ednan MISTEFA

Di 7’ê vê mehê de li paytexta İran’ê civîneke sê alî di navbêra Tirkiyê, Rusiya û xwediyê malê Îran’ê hate li darxistin. Her çendî civîna sêalî ji çapemeniyê re vekirî bû û ji aliye raya giştî ve dihate zanîn ev civîn ji bo pirsgirêka Sûrî û oprasyona İdlibê ye jî, lê pêşketinê piştî civînê rû didin, diyar dibe ku bi qasî aliye vekirî yê vê civînê hebin jî, aliyê nepenî ango veşartî gelekin. Bi taybet ji van buyer û pêşketinê têne jiyan kirin ku em weke Mînak nişan bidin; lêdana balefirên Îran’ê ji baragehên partiye Kurd yên Rojhilatên Kurdistanê li bajarê Koy Sencakê û di heman rojê de topbarana gelê Baleketî ya Qendîl nîşaneya vê îtifaqa veşartiye. Dîsa di heman rojê de buyera ku li Qamişlo rû daye ku di encamê de 13 leşkerên rêjîma hatin kuştin û endamekî asayîşê jiyan xwe ji dest dan. Dibe ku ev mînakên hatine jiyan kirin, yên herî şênber bin, dema  mirov di zeman û mekanê wê de binrxînê. Lê di beweriya min de, aliyê civîna sêalî ya Tehranê ku hîna aşkere nebûne û pêwîstî bi şîroveyê heye gelekin. Ger em van îhtîmal û pêşbîniya rêzbikin, em dikarin bi çen xalan dest nişan bikin.

A yekmîn; Îran û Tirkiyê ji İdlib zêdetir di mijara êrîşên li ser  herêmên sînor yên di navbêra Başûr û Bakurê Kurdistanê li hevkirine. Di nav vê li hevkirinê de, Îran’ê oprasyon û êrîşên li ser PKK’ê li Binarî Qendîl êrêkiriye. Li hemberî vê yekê Tirkiyê wê Barzanî îkna bike di lêdan û tasfiye kirina PDK-Î û hêzên din yê opizisyona Kurd li İranê bêdeng bin. Ji xwe di vê mijarê de YNK û Hikumeta İraq’ê hatine îkna kirin ji aliye Îran’ê ve. Dîsa di hema çarçoveyê de, Îran li hember daxweza Tirkiyê ya êrîşên Qendîl, ji Tirkiyê daxweza garatiya ku wê di eniyên Efrîn, Şehaba û Til Rifet de êrîş û çalakiyan li dijî bajarokên Nilbil û Zehara li darnexin û divê mijarê de komên çete yên ji pêsîra Tirkiyê dixin werîn pasif kirin.

A duyemîn; Îran ji Rusiya û Tirkiyê xwest ku di rewşa şerê İdlibê de, gundewarên Elewî û Şîa yên weke Fuha û Kifriya careke din ji xwediyê wan re bên vegerandin. Ji bo vê yeke jî Tirkiyê li ser Îran zextan dike ku hem fikir bin di îkna kirina Rusiya de, ji bo berdewam kirina Pêvajoya bêpevçûn buna li İdlibê di çarçoveya civîna Astana yê de.

Siyaseta Rusiya ya Sûrî Makyavelîst e.

Gelo di navbêra aliye din weke Rus û Tirkiyê de çi derket holê û çi hate qebul kirin û redkirin. Mirov dikare bêje di mijara lêdan opzisyona Kurd a Rojhilatê Kurdistanê de êrîşên Trikiyê ser Qendîlê de, Rus bi Îran û Tirkiyê re hem fikirin. Rus ji bo Stiratejiya daye pêşberî xwe, di nava siyaseteke “Makyavelîst” de ye. Ji bo aramiya xwe di Sûrî de biparêze û vê neqeba heyî derbas bike aliyekî dixweze rêjîma Sûrî biparêze û ji aliyê dîtir ve li ser hesabê gel û netewên Sûrî Îtîfaqên qirêj pêş dike. Weke mînak ji bo gelê Sûrî û rêjîma wê hêza herî bi xeter Tirkiyê, İsraîl û Emerîka ye, lê di Pêvajoya heft salên borî yên şoreşa Sûrî temaşekin, bi qasî têkiliyên van welatan li aliyê xwe ve zivrandiye, bi qasî wê jî tu berjewendiyeke Sûrî ji têkiliyên Tirkiyê û Rusiya ne dîtiye. Berovajî vê yekê, îro ji İdlib, Efrîn bigir ta Carablus û Bab ji % 25 axa Sûrî di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye.

Rusiya, Sûrî ji Tirkiyê zêdetir tercih dike.

Ger di vê çarçoveyê de em vegerin civîna sêalî ya li Tahranê hatiye li darxistin û daxwezên Rusiya binirxînin. Emê bibinin ku Rus ji bo İdlibê bi dest bixin hemû derfetên xwe bi kar aniye. Ji bo qontrol kirina İdlib, Rus di wê hizrê de ye ku her kesî dijberî êrîşan li hemberî xwe bigre. Xalake din ger ji bo Rusiya bixweze di navbêra Sûrî û Tirkiyê de terciha xwe bike û ji bo berjewendiyê xwe yek ji van hilbijêre, Sûrî ya ewle.  Ev tercih jî li gor berjewendiyê Rusiya yên Stiratejîke. Dibe ku diwarê tektîkî de, Rus Tirkiyê esas biger, lê dema bi gelemperî politikaya Rusiya em li ber çavan re derbas bikin, teraziya terciha Sûrî ji bo Rusiya ji ya Tirkiyê girantire.

Operasyona İdlib bi êrêkirina Emerîka yê wê pêk were.

Ji xwe ji her kesî ve diyar bû, mijara sereke ya li ser masa hevdîtinên sêalî li civîna Teharanê oprasyona İdlib bû. Di vê weteyê de civîna paytexta İranê Tahran ji bo Rus an pirovaya İkna kirina Emerîka yê bû. Ji bo vê yeke civîna ku wê 14- 15 Eylûl’ê li paytexta Siwîsra Cinêv bê lidarxistin gîrîng e. Di mijara êrîşa li ser İdlib de hem welatên qaşo garantör, hem jî hêzên bi îsrarin ku İdlibê ji destê Tirkiyê û çeteyên wê derbixin li hevkirine. Di vê xalê de civîna 7 Eylûl’ê li Tahran biriyara wê da. Mijara ku hîna alî li benden û bi taybet piştî encamnameya civîna sêalî ya Tehran raksyonê Emerîka, İngiltere û Firansa bûn. Lê wer diyare qismî be jî her sê welat ji encamên civîna Tehran razîne.

Girîngiya civîna Cinêv û helwesta Emerîka

Ev razîbûna Emerîka û hevanbendê wê, Firansa û İngiltere(Kalisyona dijî DAİŞ). Bi mirovan dide fikrandin ku encameke çawa ji civîna 14 Eylûl a civîna Cinêv derkeve. Tê çav rêkirin ku di civîna Cinêv de, du xalên serke werîn nîqaş kirin. A yekmîn; diyar kirina dîroka oprasyona İdlib’ê, di vê çarçoveyê de û li gor dane û pêşketinê berçav. Ev oprarasyon wê di navbêra 5- 10 Cotmeha îsal de, ango di meha pêşberî me de destpêbike. A duyemîn jî Pêvajoya çarseriya Sûrî li gor medeya NY 2254 û Pêvajoya danîna destûra bingehîn a Sûrî ku hem Emerîka û hem jî Rus li ser li hevbikin. Li hember ikna kirina Emerîka ya oprasyona İdlibê jî, Rusiya di Pêvajoya piştî İdlibê de, di mijara İranê de hemfikirin. Pazara aliyan berdewam û xirabûn û wêran kirin li ber deriya ne.