Rojnameya Ronahî

Begzade/Mitrip

Sîpan ŞÎNDA – Weke hemû civakan, di nava civaka Kurdan de ji mixabin çînên (qast) civakî hene. Di nava vê pergala çînên civakî de hiyerarşiyek heye. Mixabin ev hiyerarşiya henê, di nava civakê de bi sedsalan hatiye parastin. Mitrip, ango begzade, di nava civaka Kurdan de weke çînek ya civakî tê zanîn. Ev çîn mixabin, her tim di nava civakê de weke çîneka kêm hatiye dîtin. Lê dema em li vî hîmê civaka Kurd dinêrin, temsîliyeteka giranbiha ya çanda Kurdî kirine û hê jî dikin. Ka em li jiyana mitrip, ango begzada binêrin gelo ji ya hîmên din yê civakê çi ferq û cidahiya wan heye.
Mitrip, komeka gelik hij jiyanê û xwezayê dikine. Ew di nava jiyanê de tu caran ji xwezayê neqetane. Her tim xwe qetek ji xwezayê dîtine. Ewa tu caran qeyd û bend neavêtine lingê xwe û li gor pêstûriya rêgezên civakê nejiyane. Her tim weke teyrekî, kengê dilê wan xwestibe ew azad firiyane. Ewa ji bo teng kirina qada jiyana xwe çi taq û sîreh nedanîne. Her û her heya ji wan hatiye wan qada jiyana fireh kirine û li gor dilê xwe, jiyana xwezayî jiyane. Nirxên civakê binpê nekirine. Her tim ji civakê û nirxên wê re rêz girtine. Lêbelê ji ber kû ewan her tim xwe perçeyek ji xwezayê dîtine, xwe ji wan qalibên pêstûriya civakê yên stûr dûr girtine. Dema yek tiştekê bêje wan ji, deq û deq dibêjin em mitribin, em azad dijîn û em mecbûrin azad bijîn! Em nikarin xwe qeyd û bend bikin. Lê mixabin, di nava van 30 salên dawî de şerê qirêj li Kurdistanê derbeyek mezin li jiyana wan û azadiya wan ji daye! Ewan ji her û her xwe di nava civakê de weke çînek cida dîtine. Ne tenê bi awayekî fîzîkî, herweha bi awayekî civakî ji xwe di nava civakê de cida dîtine. Hîmên din yên civakê ji her tim bi vî hawî nêzîkî wan bûne. Her çend di nav hev de jiyane ji, lêbelê mînak, mirovatî bi hevre nekirine. Ango jin ji mitriban neanîne û kesê ji keç nedane wan. Eva henê tam weke qasteka hişk heya îro ji dewan kiriye.
Me got mitrip temsîliyeteka mezin ya çanda Kurdî dikin. Ka em binêrin. Yekser pirrê mêrên wan heya niha ji cil û bergên Kurdî li xwe dikin. Sal û şapik cilê wan yê herî qedre û rojane ji li xwe dikin. Leşkerî ji herweha ji bo wan wisaye. Jinên wan ji welênin. Her tim kiras û fîstanên bi lewendî dikin li ber xwe. Xizêm û qelefinan her tim xwe ve dikin. Pirrên wan eniya xwe deq dikin. Ew her û her di nava civaka Kurd de li dihol û zirnê, li kemaçê, li ribabê didin. Her çend di roja me de dawetên dihol û zirna kêm bûne ji, lêbelê bi sedan, bi hezaran salan govendên Kurdan li ber dihol û zirne û kemaçê wan hatine gerandin. Ew ji biçûkatî zarokên xwe dielimînin dihol û zirnê, kemaçê, ribabê. Ewa bi sedan stranên Kurdî yên daweta bi riya van enstrûmanan lêdane, tomar kirine û heya îro ji gihandine me. Pîk pîka zirna wan, pêlên têlê kemaça wan her tim govendên Kurdan xweş kirine. Ev enstrûman jî wan bi xwe ji xwe re çêdikirin. Dihol û zirne, ji du enstrûmanên herî kevin yên mûzîka Kurdî ne. Gelik dengbêjên baş û hostayên strana Kurdî ji di nav wan de rabûne û hê ji hene. Her bijîn begzadeyên azadî xwaz.