Hafiz Ahmet Turhalli
Cejnên olî yên me misilmanan dudune. Yek cejna Remezanêye, ya duyem jî cejna Hecîyane, an bi navekî dîtir cejna Qurbanê.
Cejna heciyan dema Misilman diçin Erebistana Siudî û li bajarê Mekê derdikevin çîyayê Erefatê dest pê dike. Ger mirov lêkolînan li sere van buyeran û pêkanînan bibîne, kûrahiya jîyanê û felsefeya olî jî şênber dibe. Xwedê gazî hemû kesên derfetên wan hene bangî tevlîbûna vê buyerê dike û dibêje;
“Kesê/kesa derfetên wan yên rêwîtiyê heye, pêkanîna ferza Hecê, heqê Xwedê yê li ser mirove. Kê nankoriyê bike û heqê Xwedê nas neke, bêguman Xweda ne muhtacê tu kesêye, lê her hebûn muhtacê wêye) (Alî-Îmran 97)Li gor vê ayeta hanê mirov dibîne ku banga Hecê ji bo hemû mirovên xwedan derfetan e. Li gor bîr û baweriya min Xweda dixwaze bi banga Hecê sîstema xwe ya ji bo însan raver bike. Kesên bawermend û perspektîfa wan yê jiyanê bi pêkanîna Hecê zelaltir dibe!
Bê cudahî jin û zilam bi hevre derdikevin ser girekî ku li wê derê weqfê dikin (demekî disekinin) ji bo ruhê xwe û xwe paqij bikin, baweriya xwe ya bi heqîqetê misoger bikin. Di sekna kesayetan ya jiyanê de guhertin û veguhertinekî berbiçav pêk were. Kesayet li girê Erefatê bibîne ku tu cudahî di navbera zindiyên Xwedê de nîne: Spî reş, dewlemend hêjar, zana nezan, serleşker leşker, kin dirêj, bê hêz bi hêz, jin û mêr li ba xwedê hemû weke hevin. Kê di jiyana xwede zêdetir berpirsiyar tevbigere û qenciyan bike ew li ba Xwedê baş e. Bingehek ji pêkanîna Hecê pir bala min dikşîne: Kesên kole û neazad Hec li ser wan ne ferz e! Divê ev koletî ne tenê weke koletiya li ser laş were dîtin! Azadî di mejiyê mirovde destpêdike û hêdî hêdî bandora xwe li ser laş û beden dike.
Dema di kesayetê de lêgerîna azadî ya di mejî de pêşbikeve, wê ji bo azadiya civakê xwe erkdar bibîne. Di jiyana mirovan de tiştê herî bi romet azadiye, lewre azadî di jiyanê de hebe wate û xweşiya jiyanê çêdibe. Di meseleya pêkanîna Hecêde; ew cil û bergên ser me ku di nav mirovan de cudahiyê pêk tînin tên derxistin û di şûna wan de du paçê spî li laş tên pêçandin!
Bi vê kras guhertinê, cudahîyên nava civakê de tên rakirin, lewre em dibînin bi cudahiyên cil û bergan statû di nava civakan de hatine bi cîh kirin. Navê vê paçê Îhrame: Kesê/kesa îhram li xwe dike, divê dilê xwe paqijke, tu nebaşîyekî nehizire û di jiyana xwe de bê başîyê tevnegere. Zerer û ziyanê nede giya, dar û beran, ajal û însanan. Xwe ji kiryarên berê ku têde nebaşî, hebuye paqij bidêre û vegera nava civakêde ji hemû zindiyan hez bike. Kesê xwe paqij kir û wateya azadiyê fam kir mafê wê yê pîrozkirina cejnê çêdibe, lewra ew di têkoşîna xwede bi ser ketiye.
Ew kesayetên ku rêyekê dibînin û tevlî banga Xwedê dibin, divê di jiyana xwede mafnas bin û mafan biparêzin. Kesê mejiyê xwe, laşê xwe û dilê xwe ji koletiyê azad bike, dê karibe azadiyê belav bike. Ji bo azadî, dad, hevkariya ser başiyan belav bibe, Hec tê pêkanîn. Bi wateyekî din Hec; xwe şuştina ji zulmê, nebaşiyê ye. Kesê xwe başke û jiyanekî baş bixwaze divê têkoşîna başiyê xurtir bimeşîne.
Bi hêviya serkeftina azadiyê, cejna we hemuyan pîrozbe.