Amara Baran/ Qamişlo
Rêjîma Baas ku 61 salan li ser desthilatdariyê bû, bi plan û hewildanên hêzên derve hat hilweşandin. HTŞ’a ku bi destê hêzên derve hat ser desthilatdariyê rewşa Sûriyê xirabtir kir û gelek hêzên ku ji vê rewşê sûdê werdigrin, HTŞ’ê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin.
Hilweşandina rejîma Baas serkeftina hêzên navnetewî bû
Rejîma Baa a ku 61 sal bû li ser desthilatdariya Sûriyê ma, di nav çend rojan de bi plan û hewildanên hêzên derva ji aliyê HTŞ’ê ve hat hilweşandin. Sedema zû hilweşandina Rejîma Baas, ew bû ku wê nekarîbû pêkhateyên li Sûriyê dijîn hembêz bikira, tenê di netewperestiyê de asê ma. Dengeyên siyasî yên Rojhilata Navîn jî bandor li ser hilweşandina rejîma Baas kir. Hatina desthilatdariya şamê jî bi wan dengeyan ve girêdayî ye. Dewletên netewperest yên ku yek ziman û yek netew hukim dikin şansê wan yên serkeftinê namîne, ji ber ku civaka Rojhilata Navîn nema dewletên ku bi yek zîhniyet tevdigerin, qebûl dike.
Qetlîamên tên çêkirin Sûriyê ber bi demokrasiyê ve nabe
Sûriyê ku 14 salan di nav şer û aloziyan de bû, bi hatina HTŞ’ê re gelek nerezîbûn û bertek ji aliyê civaka Sûriyê ve li dijî wê derketin. Ji derve ve jî gelek bertek û nerazîbûn li dijî wê hene. Di hundirê Sûriyê de heta niha tu guhertin ji aliyê desthilatdariya Şamê ve nehatine çêkirin. Qetlîamên ku di Sûriyê de ji aliyê desthilatdariya Şamê ve tên kirin dewletê ber bi demokrasiyê ve nabe. Hêzên navnetewî li ser esasê berjewendiyên xwe tevdigerin, pir zêde îradeya civakê ji aliyê wan ve esas nayê girtin. Dewlet ji bo ku sîstemekê bide avakirin û civak wê qebûl bike, pêwîst e rast nêzê civakê bibe.
Di destûra nû de mafê gelên Sûriyê hatiye binpêkirin
Ger dewletek nikaribe hevpeymana xwe ya civakî li gel civaka xwe çêbike, ew dewlet şansê xwe yê serkeftinê winda dike. Ji ber dewlet xwe li ser civakê ava dike. Dewleta Sûriyê ji bo ku aşitî pêk bîne pêwîst e di destpêkê de peymana civakî li gel civaka xwe bide çêkirin. HTŞ’ê di destûra nû de mafê gelên Sûriyê binpê dike, heta niha ji aliyê civaka Sûriyê ve ew nehatiye qebûlkirin, ji bo ku xwe bide qebûl kirin bi komkujî û gefan nêzê civakê dibe û bi rêya çapemeniya xwe gefan li gelê Kurd û Elewî û Durziyan dixwe. Propagandayên ku tên kirin pirsgirêka Sûriyê çareser nake, ew şerê taybet ku bi rêya çapemeniyê tê meşandin, pir xeternake. Heta ku desthilatdariya Şamê yek ziman yek reng û yek netew esas bigre, wê pirsgirêka Sûriyê neyê çareserkirin û alozî her biçe kurtir bibe. Destûra nû a Sûriyê de mafê gelên Sûriyê hatiye binpêkirin û qetlîamên ku li ser durzî û elewiyan tê meşandin zehmetî di nav gelên Sûriyê de dide çêkirin, ew jî hîşt ku gel bê bawer nêz bibe, ji bo ku xwe bide qebûlkirin pêwîst e şêwazê tekoşîna xwe jî bide guhertin.
Dewlet bi aştiyê dikare xwe rewa bike
Heta ku hêzên derve piştgiriyê bidin HTŞ’ê wê nikaribe xwe bi xwe rewa bibe û nikare bibe dewlet. Ger dewletek bixwaze ji civaka xwe re bibe dewlet pêwîst e aştiyê pêk bîne. Rejîma Baas jî ji Rûsya piştgirî digirt û gelek dewletê din jî li pişta wê bûn, lê di dawiyê de hat hilweşandin. Ger di hundirê civakê de şeriyeta dewletê nemîne ew dewlet rawabûna xwe winda dike. Bi ferzkirina yek reng û yek netew dihêle ku di civakê de nerazîbûneke pir mezin çêbibe. Ji bo HTŞ’ê demek dirêj lazime heta ku pirsgirêkan çareser bike, HTŞ’e niha difikire ku meseleyên aborî çareser bû, wek ku hertiştê wan çareser bûye. Lê herw çiqas meseleyên aborî çareser bibin jî, heta ku meseleyên civakî çareser nebin meseleyê aborî bê sûd dimînin. Ger di welatekî de îstîqrar nebe aborî pêş nakeve. Bê istiqrara siyasî istiqrara aborî çê nabe, heger desthilatdariya heyî bikaribe îstiqrarekî siyasî çêbike wî demê dikare îstîqrara aborî jî çêbike, herwiha wê bikaribe çembera ku ji aliyê hêzên netewî hatibû çêkirin, parçe bike.
DAIŞ careke din xwe zindî dike
Piştê ku şoreş li Sûriyê dest pê kir, bertek û nerazîbûn ji aliyê civakê ve derketin. Ji 2012 heta 2013’an ve tiştek bi navê şoreşa Sûriyê nema, hêzên çekdarî yên bi navê îslamî û gelek tevgerên cîhadîst û dewletên herêmî ji bertekên civakê sûdwergirtin û di aloziya Sûriyê de cîh girtin. Di 2014’an de bi derketina DAIŞ’ê re hêzên navnetewî jî hebûna xwe di Sûriyê de rawa kirin. Tê dîtin ku DAÎŞ carekdin xwe di Sûriyê de zindî dike bi taybet li heremên weke Şam û Tedmir de xwe ji nûve ava dike û di nav hewildana erîşan de ye. Heta ku HTŞ’e li ser desthilatdariyê be, di Sûriyê de ewlekariyeke pir xort wê tune be. Edî rewşa heyî ji bin kontrolaa HTŞ’ê derdikeve.
Sûriyê ber bi xirabûnê ve diçe
Rewşa Sûriyê ne rewşekî ku pir rihet bê çareserkirin û niha jî ber bi xirabûyîne ve diçe, gelek aliyên ku sûdê ji wê rewşê dibînin hene, herkes dixwaze li gor xwe Sûriyê bikar bîne, tiştên ku îro tên kirin ne di xizmeta gelên Sûriyê de ye, hemû pêkhateyên Sûriyê cîhê xwe di vê rêveberiyê de nabînin. Çawa dewletek biçûk li Idlîbê hat avakirin niha desthilat dixwaze ku li seranserî sûriyê xwe serwer bike, mijara wê ne sazîbûn û bi civakê ve girêdayî ne ku daxwazê civakê pêk bîne, ew desthilatdariya xwe bi darê zorê daye meşandine. Komkujiyên îro li ser Sûriyê û civaka Durzî û elewî tên meşandin li ber çavane, metirsiyê gelên durzî, elewî û Kurd heye. Ji bo derbaskirina rewşê pêwîstî bi tekoşînekê heye. Gelek hevdîtinên desthilatdariya Şamê bi hêzên derva re jî hatin çêkirin, ama bingehek nehatiye avakirin. Li ser wî bingehê daxwazê gel pêk nayîne, gelê Sûriyê salên dirêjin ku ji desthilatdariya rejîma Baas û heta niha bi gelek êş û qetlîaman re rû bi rû ne. Heta ku ew nakokî hebin, kirîza Sûriye çareser nabe, pirsgirêkên netewperestî wê Sûriyê ber bi parçebûyîn û aloziyên pir cîdî ve bibe.
Pêwîstiya Sûriyê bi modela Rêveberiya Xweser heye
Rêveberiya Xweser di nav 14’e salan de rûxmê hemû êrîşan, bûye hêvî ji tevahiya gelê Sûriyê re. Ewlekariya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tevahî netewan Kurd, Ereb, Sûryan û Tirkmenan hembêz dike. Rûxmê ku êrîş ji 2011’an ve heta niha hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliyê leşkerî ve nehatine seknandin, berxwedana gelê Rojava û avakirina sîstema demokratîk a di hûndirê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de bûye modêl ji bo herkesî. Herkes daxwaz dike ku Sûriye jî li ser vî esasî xwe ava bike û pirsgirêka xwe çareser bike. Sîstemek ku li ser netewperestî û dînperestiyê bê avakirin emrê xwe ne dirêje wê zû hilweşe û li hember civakê nekaribe berxwe bide civak xwedî taybetbendiyek ku pir netew, çand û dîn tê de hene ye, di rojhilata navîn de pir çand hene, di sûriyê bi xwe da jî gelek çand hene ji bo wî jî sîstema nenavendî ku mînaka wî Rêveberiya Xwesere ji bo sûriyê û tevahiya gelê sûriyê lazime. Rêveberiya xweser tecrûbeya xwe ya siyasî, Dîplomasî, Xweparsinê heye rûxmê hemû êrîşan jî sîstema xwe parast. Desthilata Şamê ger wî neke wê gelek zehmetiyan re rû bi rû bimîne wê nikaribe civakê jî rêve bibe.
Banga dîrokî a Rêber Apo bandora xwe li ser Rojava kir
Banga Rêber Apo li ser Rojava û pirsgirêka kurd bi giştî bandora xwe kir. modêla ku îro li rojava tê meşandin li ser felsefa netewa demokratîk a Rêber Apo ye, ger ku îro hemû gel cem hevdû jiyan dikin û xweseriya demokratîk û sîstema demokratîk hatibe avakirin li ser felsefeya netewa demokratîk hatiye avakirin ji bo wî jî her bangawaziyên Rêber Apo wê bandora xwe li ser rojava dike. Bangawaziya Rêber Apo a ku di 27’ê Sibatê de kir hem bandorekî cîhanî bi xwe ra da çêkirin hem jî bandorekî li ser hêzên kurdistanî û navnetewî kir. Rêber Apo şêwazekî nû a tekoşînê derxist pêş, şêwaza aşitî û civaka demokratîk derxist holê. Li giştî cihanê de bangawaziya Rêber Apo bangawaziyekî dîrokî ye ku pişta xwe dide rêxistinkirina civaka demokratîk e.
Ji bo sosyalîzma Demokratîk tekoşîn pêwîst e
Rêber Apo di xala yekemîn de dide dîyarkirin ku şêwazê tekoşîn û rêxistinkirinê bê gûhertin. Ji bo ku civak xwe bighîne sosyalîzma demokratîk pêwîstî bi tekoşîneke aştiyane a civaka demokratîk heye. Tenê bi çek rakirinê xwe gîhandina sosyalîzmê çênabe. Rêal sosyalîzîm jî 30 mîlyon şehîd da lê di dawiyê de sîstemeke dîktator pêş xist ew jî tê wateya ku tenê bi hêza çekê û bi tevgera leşkerî nikarî bigîhîjî hedefa ku tu dixwazî. Ji bo wî jî Rêber Apo pêwîstî dît ku şêwazê tekoşînê biguhere ku stratejiyekî li ser esasê rêxistinkirina civakê were çêkirin. Rêber Apo dibê je ku di bingeha tekoşîna min de komîn û civakbûyîn heye, di bingeha kapîtalîzmê de ferdiyet, Real sosyalîzmê de çînîtî heye.
Tevgera azadiyê gelê kurd ji nûve zindî kir
Nirxên ku tevgera azadiyê çêkiriye li ser wan nirxan pêwîstî bi gav avêtinekî nû heye. Nirxên ku tevgera azadiyê ji bo civaka kurd avakir, gelê kurd ji nû ve zîndîkir, tecrûbê siyasî, civakî û çanda civaka kurd pêşxist û çanda demokratîk û tecrûbeyên leşkerî yên xwe parastinê pêş xist ew jî bi saya hezaran şehîdan bû. Dema ku Rêber Apo dibêje şewazê partiyê bigûherin nay mena ku dev ji wan nirxan berdin. Niha gelek propaganda li dijî tevgera azadiyê çêdibin ku dibêjin PKK xwe fesihkir wek ku dev ji hertiştê berdaye civaka me pêwîste li hember wan propagandaya hişyar be ney leyîstokan. Rêber Apo got ku “ PKK ‘e dema xwe tijekir pêwîste şewazê tekoşîna xwe nû bike û li ser nirxin ku tevgera azadiyê avakiriye xwe li ser wan nirxan mezin bikin.
Tevgera azadiyê bê rawestan 52 sal rûxmê hemû- zehmetiyan û şahadetan jî bi fedakarî û bi tekoşîn kir. Ew jî hîşt ku civak xwe ji nûve zîndî bike civaka kurd çavê xwe bi tevgera azadiyê re vekir. Pêwîstiya civakê bi azadiyê heye, desthilat û dewleta heyî dijminê azadiyê ye.