Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun diyar kir ku heta tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî nebe wê şertên azadiyê ava nebin û got: “Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê ancax bi rakirina tecrîdê wê watedar be.”
Rêxistina HDP’ê ya Amedê, bi pêşengiya partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê dest bi amadekariya mîtîngê kir. Di 1’ê Îlonê de wê bi dirûşma ‘Aştî nikare bê tecrîdkirin’ li Qada Îstasyonê mîtîng pêk bê. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun da zanîn mijara sereke ya mîtîngê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ev tişt got: “Heta tecrîd bidome wê şert û mercên aştiyê ava nebin. Ji bo gelên Tirkiye û Kurdistanê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ancax bi rakirina tecrîdê wê watedar bibe.”
MIFTEYA AŞITIYÊ LI ÎMRALIYÊ YE
Remziye Tosun da zanîn ku ji bo Roja Aştiyê xwedî wate be divê hemû gel li dijî tecrîda Îmraliyê bibin yek deng û wiha dewam kir: “Aştiyek rast bi rakirina tecrîdê pêkan e. Mifteya aştiyê li Îmraliyê ye. Heta gelê Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe şert û mercên azadiyê jî ava nabin.”
Remziyê balkişand ser ferzkirina tecrîdê ya li ser Gelê Kurd û Tirkiyê û wiha got: “Tecrîda li Îmraliyê li ser Gelê Kurd û Tirk e. Ji ber tecrîda Îmraliyê didome, îro em wek gel di bin tecrîdê de dijîn. Êrîşa li hember Dayikên Şemiyê jî parçeyek tecrîdê ye.”
Parlementera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun di dawiya axaftina xwe de balkişand ser girîngiya 1’ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê û diyar kir ku gel her rojên 1’ê Îlonê ji bo aştiyê tên cem hev û aştiyê dixwazin û destnîşan kir ku azadiya Gelê Kurd, Kurdistanê û Rêberê wan bi aştiyê pêkan e…JINNEWS