Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tenê Ocalan dikare pirsgirêkan çareser bike

29/08/2018
in Uncategorized
A A
Tenê Ocalan dikare pirsgirêkan çareser bike
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevkê Encûmena Navendî yê YNK’ê Letîf Nêrweyî diyar kir ku divê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan were rakirin, ji ber ku tecrîd aloziyê zêdetir dike. Nêrweyî da zanîn  ku peyamên Ocalan xizmeta aştiyê dikin û tenê Ocalan dikare pirsigirêkên heyî çareser bike.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam dike û dewleta Tirk her carê bi hincetên cuda rênade malbat û parêzerên Ocalan hevdîtinê pêkbînin. Berdevkê Encûmena Navendî yê YNK’ê Letîf Nêrweyî derbarê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan de axivî û diyar kir ku tecrîdkirina Ocalan, rênedayîna hevdîtinên bi malbat û parêzerên xwe re xizmeta pêvajoya aştiyê nake û wiha got; “Ji ber ku bi salane Ocalan banga aştiyê dike û xwedî projeyên aştî û çareseriya pirsgirêka Kurde. Ji ber vê çendê tecridkirina Ocalan her wiha girtina parlamenter û siyasetmedaran yên li Tirkiyê, Tirkiyê dixe nava aloziyan û dibe sedem ku rewşek ne aram li Tirkiyê rû bide. Ji ber vê çendê guhdayina peyam û projeyên Ocalan xizmeta aştî û bihevre jiyankirina gelan dike. Tenê projeyên Ocalan yên aştiyê dikarin dawî li şer û kuştinan bîne.”

Letîf Nêrweyî destnîşan kir ku mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê ye, li gel Ocalan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hemû kesên ku baweriya wan bi jiyana hevpar , aşitî û careserkirina pirsgirêkan bi diyalogê heye, divê ji bo azad kirina Ocalan xwedî helwestbin. Divê rexistinên mafê mirovan û civaka navnetewî jî, ji bo rakirina tecrida li ser Ocalan, bikevin nava tevgerê û nerazîbûnên xwe bînin ziman.”…ROJNEWS

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.