Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ebû Emced fermandarekî fedekar bû

29/08/2018
in Uncategorized
A A
Ebû Emced fermandarekî fedekar bû
Share on FacebookShare on Twitter

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, diyar kir ku şehîd Ednan Ebû Emced fermandarekî leşkerî yê pêşeng bû û erka fermandariyê pêk dianî.

Di 29’ê Tebaxa 2017’an de Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ednan Ebû Emced di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bû.

Bi boneya yekemîn salvegera şehadeta Ednan Ebû Emced, berdevkê fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş Fermandarê Giştî ya Meclîsa Leşkerî Ednan Ebû Emced bi bîr anî û diyar kir ku şehîd Ebû Emced ji destpêka şoreşa Rojava ve beşdarî nava xebatên parastinê bibû û bi lehengî beşdarî berxwedanên rizgarkirina Kobanê û Minbicê bû. Derwêş wiha got: “Şehîd Ebû Emced fermandarekî leşkerî xwedî helwest bû û mafê fermandariyê dida.”

Derwîş diyar kir ku şehîd Ebû Emced li her derê û di hemû çalakiyan de bi rola xwe radibû, ji berê ve xwedî taybetmendiyên fermandarî bû, mohra xwe li gelek çalakiyên berxwedana Kobanê da û yek ji fermandarên ku beşdarî pêngavên rizgarkirina Girê Spî, Eyn Îsa, El-Hol, Şedadê û Bendava Tişrînê û rizgarkirina bajarê Minbicê bû.

Derwîş diyar kir ku hemû şervanên di bin sîwana Meclîsa Leşkerî ya Minbicê de tevdigerin ji destpêka çalakiya rizgarkirina bajarê Minbicê ve xwestin şehîd Ebû Emced fermandariya wan bike û wiha dewam kir: “Barê şehîd Ebû Emced di rêveberî û peywirên danûstandinan de girantir bû. Ebû Emced beşdarî civîna baregeha Încîrlîk a li Tirkiyê bû û danûstandin bi aliyên navnetewî re kirin da ku dest bi hemleya rizgarkirina Minbicê bike.”

Dêrwiş wiha dewam kir, “Bi destpêkirina Pêngava Rizgarkirina Minbicê re şehîd Ebû Emced û şehîd Ebû Leyla cihê xwe di eniyên pêş ên berxwedanê de girtin û bi lehengî şerê çeteyên DAIŞ’ê kirin. Şehîd Ebû Emced ne tenê cihê xwe di eniyên pêş ên Berxwedana rizgarkirina Minbicê de digirt, lê belê bi coş beşdarî nava xebatên rizgarkirina bajarê Reqayê jî bû. Şehîd Ebû Emced her tim li ser şervanên xwe digeriya û moralên şervanan bilind dikir. Şehîd Ebû Emced di 29’ê Tebaxa 2017’an de di çarçoveya hemleya Xezeba Firatê de şehîd bû.”

Şervan Derwîş derbarê taybetmendiyên şehîd Ebû Emced de anî ziman ku ew di rêvebirina şer û pevçûnan de hişk bû, di jiyana xwe ya leşkerî û sivîl de xwedî helwest bû û ti carî derveyî qanûnan derneket û got: “Şehîd Ebû Emced ji aliyê hemû şervanan ve dihat hezkirin”.

Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê li ser rêya şehîdan têkoşîna xwe ya azadiyê û demokrasiyê berdewam bikin…ANHA

Post Views: 52
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.