Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MŞD’ê ji Iraqê xwest li ser sozên xwe bisekine

29/08/2018
in Uncategorized
A A
MŞD’ê ji Iraqê xwest li ser sozên xwe bisekine
Share on FacebookShare on Twitter

MŞD’ê diyar kir ku hikumeta Iraqê Erebên li derdora Şengalê yên alîkarî dabûn DAÎŞ’ê şandine herêmê û sînorê navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî girtiye. MŞD’ê ji hikumeta Iraqê xwest, li ser sozên ku daye Êzidiyan bisekine.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), li ser hewldanên xetere yên hikumeta Iraqê yên li herêma Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

MŞD’ê diyar kir ku bi biryara hikumeta Iraqê, Erebên li derdora Şengalê yên ku dema komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an alîkarî dabûn DAÎŞ’ê, bi parastina artêşa Iraqê vegeriyane malên xwe yên li Şengalê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Iraqê sînorê navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê jî girtiye û hate gotin, “Ew derî ji bo civaka Êzidî gelekî girîng e. Gelê me 4 sal in penaber e. Li wî derî nexweşên xwe dibe nexweşxaneyên li Rojava. Alîkariya însanî 4 sal in di wî derî de digihêje civaka me ya li Şengalê ku ji aliyê Kantona Cizîrê ve tê şandin.”

MŞD’ê destnîşan kir ku ew vê helwesta hikumeta Iraqê û êrîşa çeteyên PDK-AKP’ê ya 2’ê Adara 2017’an a li Xanesorê ji hev cuda nabînin û wiha dewam kir: “Hedefa êrîşa 2’ê Adara 2017’an lawazkirina îradeya civaka Êzidî, tasfiyekirina sazî û dezgehên me yên li Şengalê bû. Xwestin xweseriyê têk bibin û korîdora navbera Rojava û Şengalê bigirin. Ya ku niha tê kirin jî ev e.”

MŞD’ê civîna 19’ê Cotmeha 2016’an a li Parlamenta Ewropayê bi bîr xist ku nûnerên hikumeta Iraqê jî lê bûn û ev bang li hikumeta Iraqê kir, “MŞD, pêkhateyên deşta Nînovayê; Suryanî, Keldanî, Asûrî, Tirkmen li parlamenta Ewropayê Deklarasyona Xweseriya Demokratîk a Deşta Nînovayê bi hev re îmze kirin. Hûn jî rabûn li ser piyan û em pîroz kirin. We dan xuyakirin ku hûn ne li dijî xweseriyê ne. Em careke din vê daxuyaniya we tînin bîra we.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku MŞD wê hemû kiryarên li ser civaka Êzidî ya li Şengalê bişopîne, banga xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.