Niştecihên gundê Til Marû û gundewarên wê piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê rastî gelek ziyanê avahî û madî hatin, her wiha di milê binesaziyê û xizmetguzariyê de, hema dikarin bêjin ku xizmet nebû. Û şaredariya gundê Til Maruf her hewldanên xizmetguzarî ji bo gelê wê dike lê ji ber kêmaniya mîzaniyê ango “sindoqa malî” de ew hewcedariyên nayê kirin.”
Ji sedema mîzaniyê pêwîstiyên gund pêk nehatine
Ji bo ku em zêdetir rewş û xebata şaredariya gundê Til Maruf nasbikin Rojnameya Ronahî serdana şaredariyê kir û bi Hevserokê Şaredariyê Mihemd Salih re hevdîtin kir û diyar kir ku Şaredarî beriya sê sa
lan hatiye vekirin, yanî piştî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê da ku pêwîstiyên gundiyan pêk bînin û wiha got: “Gundê Til Maruf û 26 gundewarên pêve girêdayî pêwîstiya wan bi xizmetgizariyê heye. Beşên di şaredariyê de Zabîte, Dîwan, Darayî û teknîk hene, her wiha pêkanîna hewcedariyên gundewarên wê jî yên serke wekî av, rê û elektirîk e…hwd. Lê ji ber sedema kêm darayî yanî kêm mîzanî ev heya niha nayê bicih anîn.”
daxwaziya bersiv dikin
Selah bal kişan ser çak kirina riyên serek yên gund û wiha got: “Di dema dawî de ji bo çak kirina riyên serekê ku li gorî me lêkolîn û pisporên çêkirina riyên gund gotin ku “nêzî 6 milyon ji çêkirina riyên di vanbera gundê Xizna û Til Marur de divê”. Lê ji bo vê projeyê şaredariya giştî mîzaniya ku jimere hatiye veqetandin tenê 30 melyone. Jı ber kêmbûna alîkariya madî jidêvila ziftkirina rê emê tenê rê çak bikin, her wiha 15 komînên girêdayî Til Marûf daxwazî kirin ku riyên wan bêne çakirin, ji ber ku xwediyên maşîneyan pir zehmetî dikşînin taybet ew riya ji derketina Til Maruf ku diçê bajar û gundên din tenê ye. Ji bo wê jî em endamê şaredariya gund çûn Navçeya Terbespiyê û Qamişlo ji bo pêkanîna van daxwaziyan, û heya niha t
u bersiv ji cihê têkîldar nehatiye. Ji bo wê em daxwzaiya bersivê dikin, hey ku ne zifit be jî em qîma xwe bi kevirên beqaya bejî tînin.”
Tevî hemû zehmetiyan bi hevre alîkarin
Mihemed Salih bal kişand ser semda serke ya ku niştecihên gund dikşînin û wiha got: “Di dema berî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê 400 mal di gunde hebûn lê niha tenê 140 malin, ev jî ji sedema êrîşa çeteyan ku hemû binesaziya gund û saziyên xizmetguzarî hilweşandin. Di heman demê de jî pisgirêka elektirîke ye, ji ber ku li gundên me jentetor ampêran tunene hemû ser elektirîka giştî ye tenê li çend malên dewlemend jinetorên taybet hene. Her wiha ev kêmbûna elektirkî jî
sedemek ser ji kêmbûna vaê ye, ji bo wê jî piraniya gund giraniyê didin bîran. Ji ber ku gund bi xwezaya xwe bi rengekî komînal jiyan dikin çend bîrên ku di gund heye di dema hatina elektirîkê bi kartînin û didin gundên derdora xwe jî.”
Projeyên nû li benda mîzaniyê ne
Salih da zanîn ku ji ber kêmbûna maşînên xizmetguzariyê di komkirina bermahiyên çopê de kêmanî heye û wiha dom kir: “lê em bê anternetefî namînin û çareyek demkî dibînin em hemû bermahiyên çopê û yên gundewarê Til Maruf li cihekê vala durî gund kom dikin û dişewîtînin. Di milê çak kirina xetên telefonan de jî xebat tê kirin, her wiha wê di demek nêzde bêne çalakirin. Û Salih Mihemed wiha bi dawî kir: “Di demên pêşde hind projeyên nû ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzariya gund hene, lê mîzaniya malî têrê nake.”
Melek DEMÎRTAŞ