Ciwanên Bakurê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Bakurê Sûriyê li bajarê Girê Spî meşek lidar xistin.
Bi dirûşmeya ʺBikeve kujer Erdoganʺ Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk li dijî dagirkeriya dewleta Tirk meşek lidar xist. Meşa ku çerxereya taxa Eyn Arûs a Girê Spî destpê kir, gelek ciwan ji herêmên Dêrazor, Reqa, Girê Spî, Sirîn û Kobanê, her wiha şandeyek ji ciwanên Şengalê tevlî meşê bûn.
Meş li çerxereya El-Beldiye veguhrî mîtîngê. Ji rêveberên Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Yûsif El-Şemî, Endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hikmet Hebîb, bi navê Tevgera Jinên Ciwan Elîsar Ehmed û ji rêveberên ciwanên Êzidî Barzan Şengalî axivin. Di axaftinan de, dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Bakurê Sûriyê hate şermezarkirin û hate tekezkirin ku ew ê têkoşîn û berxwedana xwe di her alî de, li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam bikin da ku dagirkeran ji hemû axa Sûriyê derxin.
Yûsif El-Şemrî di axaftina xwe de anî ziman ku Erdogan sedema sereke ya belavbûna terorê li Sûriyê û li herêmê ye û destek dide komên çete û terorîst û wiha axivî: ʺDi pêngava duyemîn a Serî Hilde em wekî ciwan em ê têkoşîna xwe li dijî dagirkeriya Tirkiyê dewam bikin û planên Erdogan li Sûriyê têk bibin.ʺ
Barzan Şengalî jî bang li ciwanên Sûriyê yên derveyî welat kir ku vegerin Sûriyê û bi ciwanên Sûriyê re li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin û liber xwe bidin. Şengalî xwest ku ciwanên tevahiya Sûriyê û Şengalê bibin yek da ku li dijî polîtîkeyên faşîst rabin.
Endamê Desteya Rêveber a MSD’ê Hikmet Hebîbî jî di mîtîngê de axivî û wiha got: ʺCiwan bingeha projeya demokratîk e. Bi saya berxwedana ciwanên me û fedekariya ku wan kir, me gelek destkeftî bidest xistin û herêmên xwe ji çeteyan rizgar kir. Em bi ciwanên xwe bawer in ku wê dagirkeriya Tirkiyê ji axa Bakurê Sûriyê biqewitîne û jiyan careke din li wan herêman zindî bibe.ʺ
Elîsar Ehmed tecrîda li ser Rêberê Netewa Demokratîk Abdullah Ocalan şermezar kir û got, “Erdogan nikare vîna ciwanên ku felsefeya Ocalan ji xwe re esas girtine, bişkîne.”
Mîtîng bi durûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li Bakurê Sûriyê û xwestina azadiya Ocalan bi dawî bû.