Wednesday, June 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rûpoşa artêşa Tirk û çeteyên wê dikeve -1-

29/08/2018
in Uncategorized
A A
Rûpoşa artêşa Tirk û çeteyên wê dikeve -1-
Share on FacebookShare on Twitter

Herêma Efrînê di mijara amadekirina rêbazên perwerdeya bi zimanê kurdî de, vekirina dibistanan û peymangehên wêjeya kurdî, her wiha bi damezirandina yekemîn zanîngeha kurdî, bûbû nimûne, lê ev herêm niha rastî kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê.
ZIMANÊ KURDÎ
Ev pêşketinên lezgîn ku wek pêngavên dîrokî dihatin nasîn, ji bo rizgarkirina takekes û civakê ji hişmendiya desthilatdariyê bû bingeheke girîng. Rêbazên perwerdeyê li Efrînê li ser rêgeza avakirina takekesên azad û demokrat hatin amadekirin.
Ev rewşa li Efrînê li xweşa dijminên gelên Sûriyê û dijminên biratiya gelan nehat, lewma dagirkeriya Tirk di rojên destpêkê yên êrîşa li dijî Efrînê de, ku 20`ê Çileya 2018`an de dest pê kir, dibistan kirin armanc.
38 DIBISTAN HATIN
HILWEŞANDIN
Ji 318 dibistanên ku ji aliyê Desteya Perwerdeyê ya Efrînê ve dihatin birêvebirin, 38 dibistan hatin hilweşandin. Ev dibistanên li kantonê hemû ji aliyê rêveberiyê ve dihatin birêvebirin û nêzî 50 hezer şagirtên seretayî, amadeyî û navîn lê dixwend. Li gorî daneyên Desteya Pewerdeyê 3 hezar û 712 mamoste û erkdar li van dibistanan dixebitîn.
Êrîşên li dijî dibistanan bi awayekî rasterast û bi plan dihatin kirin, di roja yekemîn a êrîşê de 3 dibistan hatin bombebarankirin, bi tevahî ji ber êrîşên dewleta Tirk 38 dibistan hilweşiyan. Di encamê de bi dehan zarokan jiyana xwe ji dest da û nêzî 100 jî birîndar bûn û bi hezaran koçber bûn.
Kiryar û hewldanên tirkkirina Efrînê bi van kiryaran jî sînordar nema, rêbazên perwerdeyê jî hatine guhertin. Li gorî agahiyan dagirkeriya Tirk zext li koalîsyona Sûriyê kiriye da ku zimanê tirkî li dibistanan bê xwendin, ev kiryar li herêmên dagirkirî yên mîna Cerablus, El-bab û Ezazê, her wiha li Efrînê derbasdar e. Niha li dibistanên Efrînê hefteyê 4 saetan li ser zimanê Tirkî perwerde tê dayîn.
DIBISTAN BÛNE NAVENDÊN ÊŞKENCEYÊ
Li aliyê din artêşa Tirk û çeteyên wê gelek dibistan kirine baregehên leşkerî, ji wan dibistanan Emîr Xubarî ya li Meydana Azadî niha bûye baregeha îstixbarata Tirkiyê, her wiha dibistana Elesdîqa ya taybet bûye baregeheke ewlehiyê, dibistana Elkerama ya li pişt bazara gelêrî bûye navenda çeteyên Tirkiyê.
Li navçeya Şeran jî du dibistan, yek jê kirine zindan yek jî baregeha leşkerî ya artêşa Tirk, li navçeya Şiyê jî dibistana gundê Şîtka kirine navenda revandin û îşkenceyê.
Li ser dîwarên dibistanan û yên zanîngeha Efrînê jî nivîsên mîna “Efrîn Ereb e û wê bimîne Ereb” hatine nivîsandin.
Mihemed Ebdê mamostayê zimanê kurdî û endamê Komîteya Perwerdeya Demokratîk e, diyar kir dagirkeriya Tirk rêbazên perwerdeyê diguhere û çanda Tirkî li Efrînê belav dike û wiha got: “Di dema vekirina dibistanan de li Efrînê alên Tirkiyê hildan û bi dehan alên Tirkiyê xistin destên zarokan. Dixwazin bingeha tirkkirina civakê ava bikin, eger Efrîn neyê rizgarkirin wê bê tirkkirin.”
LI ŞEHBAYÊ PERWRDEYA ZIMANÊ KURDÎ
Tevî rewşa koçberiyê jî zarokên Efrînê zimanê xwe yê dayikê û rêbazên ku nirxên biratiya gelan nîşan didin, dixwînin. Xwe bi zanebûnê bi pêş dixin da ku vegerin Efrînê û dibistanên xwe yên hilweşiyayî ava bikin. Komîteya Perwerdeyê bi dehan dibistan li herêma Şehbayê vekirin, ezmûnên dibistanên seretayî bi dawî bûn, niha amadekarî tê kirin ku ezmûnên dibistanên navîn bêne çêkirin da ku xwendekar karibin li zanîngehên Ferat û Cizîrê xwendina xwe dewam bikin.
Beriya dagirkeriya dewleta Tirk, li Efrînê yekemîn peymangeh û zanîngeh hate avakirin, bi zimanê Kurdî û Erebî, ev bû destpêk û bingeha amadekirina mamostayên pispor. Peymangeha Viyan Amara sala 2014`an li navenda bajarê Efrînê hate damezirandin, di bin siya wê de 11 peymangehên amadekirina mamosteyan hebûn, 82 mamosteyên pispor perwerde dida û nêzî 500 şagirtan lê dixwend. Di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker de hin xwendekar li gundê lê bûn jiyana xwe ji dest dan, hin birîndar bûn. Piştî dagirkirina Efrînê jî tiştên peymangehê hemû hatin dizîn.
ZANÎNGEHA EFRÎNÊDi Tebaxa sala 2015`an de bi alîkariya çend mamostayan û piştgiriya Rêveberiya Xweser, Zanîngeha Efrînê hate damezirandin, li zanîngehê şagirtên ku xwendina xwe li zanîngehên Sûriyê bi dawî nekiribûn, dixwendin û xwendina xwe bi dawî kirin.
Bi destpêkirina êrîşan re, ji ber şer û bombebaranê xwendin li zanîngehê hate rawestandin. Piştî dagirkirina Efrî

nê hemû alavên zanîngehê hatin dizîn û tunekirin, avahiya zanîngehê jî niha bûye navenda binçavk

irina kesên hatine revandin û navenda îşkenceyê.
Hin mamoste û şagirtên zanîngehê hatine revandin, di nav de serokê zanîgehê Dr. Ebdilmecîd Şêxo yê 67 salî jî heye…ANHA

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî
NÛÇE

Piştî hilweşandina rêjîma Baas Sûriye di nav aloziyeke mezintir de dijî

10/06/2025
Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?
POLÎTÎKA

Gelo komên biyanî yên di nava HTŞ û Tirkiyê de amadekariyên derbeyê dikin?

10/06/2025
Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.