Rojnameya Ronahî

Dîroka Zindî, Dayîkên Şemiyê

Medeni FERHO

Nijadperestiya Tirk, demjiyanên winda bi kar tîne û dîrokê li gorî xwe dinivîse. Bûyerên dîrokî yên rojane jî, bi  formulasyonek derew  dide. Ji bo ku, vê “hebûna xeyalî û tune” di mêjiyê mirovan de neqiş bike,  derewên xwe jî zindî  dihêle. Tenê bi gotinê nahêle,  cografya û amuran bikar tîne, komên xelkê  mecburî bawerkirin derewên xwe dike.

Sîstema dewşirmetiyê, herî baş bi destê desthilatdariya AKPMHP tê bi karanîn. Vekirî, talangeriya. wêranî, qirkirina dagirkeriyê, bi gotina  sêva sor (kizil elma) eşkere dike.

Zanist  di gotina,”dîrok mirov û gelan di nava demê de lêkolîn dike” hemfikîrin. Nîjadperestiya Tirk, (çi faşîzma veşartî, çi ya eşkere), ev rastî jî kuştiye. Dîroka têkildarî cografya jî dikujin, lewma nîzam heye, aheng nîne. Geh Hun in, geh Mogol in, geh Osmanî ne, geh Turkmen, geh Tatar in, geh Azerî ne û hwd. Dîrokek çêkirî, bi qewêtiyan hatiye nivîsandin. Ji ber vê yekê, dîroka zindî tune dikin; bûyerên rojane ku her yekî waqanivîsek e qedexe dikin; Heskîfê tune dikin, li Efrînê  Eyn Dara bombarduman kirin, Birca Belek li Cizîrê ji bo gel  qedexe ye.

Dîrok, li ser  jiyana rojane, bûyer, pêhatiyan tê formulekirin. Formulekirina dîroka zindî jî, li ser cografya tê runandin.  Bûyer û pêhatiyên îro,  organîzmeyek zindî ne.  Pêşketinên rojane, encama têkiliya mirov û diyalektîkê  ne. 40 sal in, ev rastî heye.

Yek ji rastiya 40 salî, Dayikên Şemiyê  ne. Dayikên Şemiyê, organîzmeyek zindî ye, 700 hefte ne, di dîrokê  de “hukm-i îradî” nîşan didin, edaletê dixwazin, dixwazin xeşîmên dîroka rojane ronî bikin. Ev jî, lêgerîna demokrasî, exlak û ademiyetê ye. Dayikên Şemiyê, dibin  serma û germiya klîmatên 700 hefteyî de, bi  enerjiyek kolektîf  û îradeyek gelemperî  li  qada Galatasaray kom bûn.

Desthilatdariya faşîst, êrîşî rûniştina 700î ya Dayikên Şemiyê kir. Polîsan,  dayikên 80-90 salî, ji her du çangan ve zemt kirin, wek zarokên wan bi zorê birin;  xwişk û nebiyên windayan  destgîrkirin, wek bav û xizmên wan, kaş kirin û birin.

Dayikên Şemiyê, bi îradeyek kolektîf haraket kirin, bûne rastiya gelan, bûne rastiya cografa Kurdistan û Tirkiyê. Ev destîniya gelan û determînîzma cografîk e. Her windakirina mirovekî, tê wateya tunekirina beden û mêjiyê azadîxwaz, demokrasîxwaz, mafxwaz, nasnamexwaz, zimanxwaz û demokrasîxwazan.

Dayikên Şemiyê, hem lêgerîna edaletê ne, hem parastina hiquq, mafê nasnameya gelan û dîroka di Heskîf, Birca Belek û Eyn Dara de ye. Faşîzma Tirk-îslam,  edalet, heqanet û hiquq kuştine. Qedexekirina  hefteya 700î ya  Deyikên Şemîyê,  siyaseta înkar û tunekirinê ye. Tê wateya  ji hev qutkirina destîniya gelan  û rastiya cografîk .

Her diktator û sîstema faşîst vê siyasetê dimeşîne.  Mînaka Dayikên Plaza De Mayo jî ev dîrok e.  Dayikên Arjantînî, li dijî diktatorê  bi darbeya eskerî Arjantin kire gola xwînê, 40 salî têkoşîn kirin.

Siyaseta inkar û tunekirinê herî baş di tecrîda li ser Birêz Ocalan de tê dîtin.  Tecrîd îzolekirin e û tê wateya, qutkirina destîniya gelan, Rwebertî û determinîzma cografya.  Hemberî ku, gel, parêzer, siyasetmedar û zanist, dibêjin, “hun dikarin Birêz Ocalan fizîkî di hucreyekê de bigirin, lê hun nikarin, felsefeya wî ji nava gel qut bikin”. Dîse jî, sîstema dewşirmetiya ku bingeha wê faşîzm e, tunekirina bi zincîr dike pratîkê.

Em, wek malbat têkildarî Dayikên Şemiyê ne. Pismamê me Nihat Aydogdu,  di 30 Mijdara 1994an de hate destgîrkirin û hate winda kirin. Bavê gerila bû. (Feyzî, piştre şehîd bû.)

Het îro jî Hevjîna Nihat Halime, zarok û nebiyên wî, li Qada Galasaray têkoşîna edaletê dikin. Li ser pirsa rojnamevanan, Halime Aydogan, ji berdêla hemû dayik, xişk û nebiyan got: “Gelo çima, ji bo em van qurnefîlan deynin ser, goreke me jî nîne?”