Hemza Sêvo/ Qamişlo
Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhed Eren da zanîn ku ji bo serkeftina pêvajoyê divê Tirkiyê makezagoneke nû saz bike û got, “Bi parastina mafê gelê Kurd li ser bingehê demokrasiyê û aştiyê pêvajo pêkan dibe, eger pêk neyê jî wê Tikiyê nikaribe di siyaseta derve û hundir de hevsengiyê çêbike.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rojeva herî ku li ser asta Kurdistan, Tirkiyê û Tevahiya cîhanê tê nîqaşkirin e. Li milekî nirxandinên Rêber Apo, nameyên wî, destûrê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hem jî gavavêtina Tirkiyê ji bo pêvajoyê. Derbarê heman mijarê de parlementerê DEM Partiyê yê Amedê, Serhed Eren bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Li gorî rewşa ku Tirkiyê tê re derbas dibe, banga Rêber Abdullah Ocalan, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û Kongreya 12’an a PKK’ê, da ku pêvajo bi encam bibe, çiqasî girîng e ku hikumeta Tirk jî gavên guhertinê bavêje?
Weke ku tê zanîn rêzdar Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de bang ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir, piştî wê di Gulanê de jî PKK’ê Kongreya xwe li dar xist û gelek biriyar hatin girtin. Rêzdar Abdullah Ocalan û PKK’ê bi van biryarên xwe gavên dîrokî avêtin, armanc jî çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd bû. Bi van gavên ku hatine avêtin re, divê hikumeta Tirkiyê jî hin gavan bavêje, di encamnameya kongreya PKK’ê de jî ev hatibû bibîrxistin ku divê destpêkê şert û mercên li ser birêz Abdullah Ocalan bên guhertin. Herwiha da ku pêvajo bi rengekî aktîf bimeşe û Rêber Apo yê ku aktorê sereke ye di pêvajoyê de bikaribe bi erkê xwe rabe, divê azad bibe. Azadiya birêz Abdullah Ocalan gaveke sereke ye ku pêvajo bi rengekî baş bimeşe, divê ew azad bibe da ku bikaribe danûstandinê bi partiyên siyasî, rewşenbîr, parêzer û hemû qadên civaka Kurd re bike. Li aliyekî din gelek siyasetmedar û dîlgirên siyasî hene divê yasa ji bo wan bên sazkirin û werin azadkirin. Di heman demê de divê dewleta Tirk pirsgirêka Kurd li Bakurê Kurdistanê ku pirsgirêkeke kevnar e, çareser bike. Bi taybet piştî bidawîkirina şerê çekdarî û têkçûna zemîna şer, divê doza Kurdî li ser bingehê demokrasiyê bê çareserkirin û Kurd bighêjin mafê xwe.
– Rêber Apo di hevdîtina dawî de nirxandin kir ku pêwîstiya Tirkiyê bi destûrekî nû heye. Di vê çarçoveyê de divê hikumeta Tirkiyê çi gavan bavêje da ku demukrasiyê pêkbîne û mafê gelê Kurd û gelên din di destûra hikumetê de misoger bike?
Di makezagonê de ango destûra Tirkiyê de ruhê nijadperestiyê heye, yekrengî, yekçandî heye, ev rih jî di nava civakê û tevahiya hikumetê de bi bandor e, ev yek jî pirsgirêkan derdixe holê. Lewma jî çare ew e ku makezagona Tirkiyê ya ku li ser rihê nijadperestiyê hatiye avakirin, were guhertin û divê hevpeymaneke civakî nû ji bo gelên Tirkiyê bê sazkirin ku gelê Kurd jî cihê xwe tê de bigirin. Ancex bi vî rengî pirsgirêk çareser dibe û aştiyeke mayinde pêkan dibe, bi afrandina makezagoneke nû ev yek dibe, lê eger pêk neyê pirsgirêk çareser nabin. Da ku doza Kurdî di parlemento de li ser bingehê demokrasî û aştiyê bi cih bibe divê komisyon rola xwe bilîzin. Wekî tê zanîn niha amadekarî ji bo avakirina komisyonan tê kirin, ev komisyon ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdî di parlemento de wê kar bike. Birêz Abdullah Ocalan jî balê dikşîne ser komisyonê, dema ku Şandeya DEM Partiyê serdana Rêber Abdullah Ocalan kir, wî jî got “Da ku pêvajo baş bi rê ve biçe pêwîst e komisyon werin avakirin û hemû partiyên siyasî yên Kurdî cihê xwe di vê komsiyonê de bigrin.” Lê heta niha dewleta Tirk ji bo şertûmercên ku Rêber Abdullah Ocalan tê de dijî, guhertin çênekirine, hem jî ji bo kesên dîlgirtî tu biriyar nedaye. Di dema heyî de jî gel bendewarên gavavêtinên hikumeta Tirkiyê ne, da ku gel ji dewletê bawer bike divê dewlet jî van gavan bavêje.
-Eger pêvajo bi erînî bimeşe, dê çi encam pêk werin û eger guhertin ji hêla hikumetê ve çênebin û pêvajo were asteng kirin wê çi encam derkevin holê?
Ji xwe armanca me ew e ku pêvajo bi ser bikeve û aştiyeke mayinde di navbera gelê Kurd û Tirk de çêbibe. Herwiha bi pêkanîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re, Tirkiyê dê bikaribe di warê pêşveçûn û geşedanên Rojhilata Navîn de hevsengiyekê biafrîne û wê li gorî siyasta Rojhilata Navîn bikaribe tevbigere. Herwiha dê hikumeta Tirkiyê bikaribe di hevsengiyekê de bijî hem di hundir de hem jî li derveyî Tirkiyê. Serkeftina pêvajoyê bi parastina mafê Kurdan pêkan dibe ku di bin sîwana demokrasiyê de bi gelê Tirk re bijîn, çareserkirina pirsgirêka Kurdan ne tenê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, lê belê li Sûriyê û hemû parçeyên Kurdistanê. Eger Pêvajo bi ser nekeve, êdî wê hikumeta Tirkiyê nikaribe di hundir de hevsengiyê biafirîne û ne jî li derveyî sînorê xwe. Ji milê me ve hemû kar û xebatên ji bo serkeftina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin, hêviya me jî ew e ku ev pêvajo bi ser bikeve.