Rojnameya Ronahî

Xwebûn bi parastinê, parastin bi xwebûnê manîdar e

Avesta AMARGÎ

Di cîhana hemû zindiyan de, xwebûn mercekî herî xwezayiye ku jiyana xwe dom bikin. Ev rastî ji bo  mirov, nebat, ajal û hwd zindiyên ku jiyana xwe li ser rûyê vê cihanê didomînin derbasdar e. Jibo van zindiyan bedel dayîn bûye weke erkekî pêkanîn û jê neveger. Di cîhana ajalan de em rastî ahengiyekek bi herîqayan ve dagirtî tên. Ahengî, hevsengî û herîqeyên em behsa wan dikin, xwebûnên ku bê hev nayên jiyîn in.

Di nav zindiyan de kirdeya mirin ango hevdu xwarin hebê jî lê hemû bi hebûnên xwe û bi cihrengiyên xwe tama jiyanê digrin û wiha xwe li jiyanê radikêşin. Ev ahengî di zikirê mirovan de, cihekî heyrantiyê ye. Em di cîhana ajalan de jî heman heyrantiyê dikarin bibinin. Di hemû zindiyan de hêmana xwe parastinê li ser têgeha heman heqîqetê ye. Heqîqet ewe ku em ahengî û hevsengiya di nava zindiyan de nas bikin. Mirovatî, hebûnên herî zêde ên ji xwe parastinê bêpar mayin e.

Gelo, em dema behsa zindiyên di nav xwezayê de dikin mirovatî di kudera vê rastiyê de cihê xwe digre?

Di jiyana mirovan de ev heqîqet her tim bûye navnîşana pirs û gera li pey bersîvan. Mirovatî di kêliya ji xwe hayl bûye ku ew jî xwebûnekî mucizeye, pêdivî bi xweparastinê dîtiye. Xwebûn, ango hebûnek dema zanibe xwe biparêze, heyina xwe manîdar dike. Dizane jibo çi û çima xwe biparêze. Dayik, kom-civak û gelan jî di kêliya jiyan hembêz kirine û şûnve li hemberî her cûreyê feleketan, ajoya xwe parastinê derxistine pêş û jiyaneke wate-barkirî afirandin e.

Ev rastiya xweparastinê di hebûna mirovan de, ewqas bi êş û azaran ve dagirtiye vegotin pir derenge mirov vebêje. Di roja îro de mirovatî êdî ji peyiva xweparastinê biyanî bûye. Bi taybet dayik û civakên her tim rastî zilma zordaran hatine ji zûve dev ji parastina hebûna xwe berdane. Li ber çerxa zaliman, hatine rewşa weke çûka di qefesêde tê girtin û her carê xwe li aliyeke qefesê de radikişîne. Desthilatdaran di her wexta dîrokê de şer, zorî, talan, şidet û hwd bi amorên dij mirovahiyê xwe li ser hebûna civakan daye ferzkirin.

Her çiqasî civakan xwe li hemberî van pêkanînê dijî xwe, bi riya ziman, çand, stran û kevneşopiyan parastine jî, lê xwulase ev parastin jibo rewşa mirovatî îro jiyan dike nebûye derman. Berovajî mirovatî di bin bîreke kûr de qêrînên xilaskirina xwe davêjin. Xweparastin, jibo mirovan bi qasî nan û xwarinê pêdivî pê heye. Parastina xwebûnê, bi qasî ajoya birçîbûnê, kêfxweşiyê, xemgîniyê û heskirinê girîng û pêwîst e. Jiyan ne bê parastin û nejî bê hebûn dikare manîdar bibe. maneya jiyanê di hebûnên xwe diparêzin de veşartiye.

Eger mirov di jiyana xwe de, pêwîstî dibîne xwe ji serma, bahuz, bager û germahiyan biparêze,  ji girêdana mirov a jiyanê çavkaniya xwe digre. Ev destnîşan dike ku mirov bi şêwayê herî dijwar jiyan hembêz kiriye û bi rihetî dev jênaberde. Eger gulek, bi striyan hebûna xwe diparêze ew çalakiya hebûna xwe destnîşan dike. Em di cîhana zindiyên xwezeya yekemîn û xwezeya duyemîn de rastî gelek mînakan tên ku me bighînin heqîqet û maneya parastinê.

Dema gelekî, bê welat, bê ax, çand û ziman dimîne, mirov dikare bêje di esasê xwe de ew gel ji bê parastina xwebûna xwe bêpar maye. Di rewşa gelekî wiha dijî de heqîqeta hebûn û parastinê li pêşiya her tiştî bi leztirîn derdikeve ser dika jiyanê. Ev heqîqet di Kurdistanê de bi rengekî şênber derdikeve pêşberî me. Dewletên zordar bi her şêwayî dest avêtine jiyanê. Jiyan di halekî neyê mêzekirin de ye. Bê parastinî her roj maneya jiyanê lewaz kiriye. Xwebûnî mahkumî dîwarên sar bûye. Li hemberî vê rastiyê an xwe parastin an xwe rêvebirin, wekî din ti riyekî gelekî, bibe serkeftinê û jiyana azad tineye. Jiyana azad, encaq li Kurdistan û rojhilata navîn bi parastina xwebûyînê misoger bibe.

Em parastinê nekujin, ji bo ku jiyan jî neyê kuştin.

Em xwebûyînê ji bîrnekin, ji bo em bên bîra xwe.