Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li Şemzînan û Geverê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.
HPG’ê ragihand ku di çalakiyên li navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrgê de herî kêm 3 leşker hatine kuştin.
Di daxuyaniya HPG’ê ya li ser malpera xwe ya fermî parvekirî de ev agahî hatin dayîn:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de 26’ê Tebaxê li dijî hêzên artêşa Tirk rêze çalakiyên bi bandor lidar xisitne. Di vê çarçoveyê de;
Hêzên me yên YJA Star saet 08:00’an li dijî yekîneyên dijmin ên li girê Meclîs ê dikeve navbera Çarçella ya girêdayî navçeya Gevar a Colemêrgê de bi cih bibûn çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin û leşkerek hate kuştin.
Hêzên me yê YJA Star sae 23:10’î de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ên li devera Şehîd Serhat a herêma Govendê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê rêze çalakî kirin. Di van çalakiyan de 2 leşker hatine kuştin.