Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Civîna Moskow-Tehran-Enqereyê 7’ê Îlonê ye

27/08/2018
in Uncategorized
A A
Civîna Moskow-Tehran-Enqereyê 7’ê Îlonê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Serokdewletên Rûsya, Tirkiye û Îranê wê 7’ê Îlonê li ser mijara Sûriyê li hev rûnên.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan wê 7’ê Îlonê biçe Îranê û tevî hempîşeyên xwe yên Rûsya û Îranê li ser mijara Sûriyê li hev rûnên.
Ev civîna bilind di demeke wisa de pêk tê ku rejîma Sûriyê xwe amade dike ku li dijî çeteyên li Îdlibê yên pişta xwe dispêrin Enqereyê, operasyonekê bike.
Herêma Îdlibê di danûstandinên Astanayê yên Rûsya, Îran û Tirkiyê de weke yek ji “herêmên bê şer” hatibû destnîşankirin.
Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlûd Çavûşoglû hefteya derbasbuyî li Moskowayê îdîa kiribû ku çareseriya leşkerî wê rê li ber ‘felaketê’ veke. Rûsyayê jî xwestibû ku ‘mûxalîfên nerm’ ên li herêmê ji yên din bên cudakirin. Li herêmê bi giranî komên çete yên ser bi Tehrîr El Şam hene ku navê berê yê vê komê El Nûsra bû. Tirkiye bi rengekî yekser têkiliya xwe bi komên çete yên li Îdlibê re heye.
Hevdîtinên dawî yên bi vî rengî yên navbera Serokdewletên Rûsya, Îran û Tirk meha Nîsanê û ya berî wê jî meha Mijdarê li Soçiyê pêk hatibû.
Tê gotin ku, civîna bilind a 7’ê Îlonê wê li bajarê Tebrîzê yê li bakurê Îranê were lidarxistin.
Erdogan di dawiya meha Tîrmehê de eşkere kiribû ku ew dixwaze di navbera Moskowa, Parîs û Berlînê de civîneke bilind 7’ê Îlonê organîze bike, lê Parîs û Berlînê bersiv nedan vê pêşniyarê.

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.