Hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê diyar kir TEV-DEM dest bi qonaxeke nû ya têkoşîn û xebatê dike.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajaroka Rimêlanê sêyemîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe. Nûnerên meclîsên sivîl ên girêdayî Meclîsa Sûriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û civakî yên Rojava û Bakurê Sûriyê û hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê beşdarî kongreyê bûne bûne.
Hevserokatiya TEV-DEM’ê di kongreyê de nirxandineke berfireh kir.
Veguhestina ber bi birêxistinkirina civakî ve
Derbarê xebatên TEV-DEM’ê yên veguhestina ber bi qonaxeke nû ya têkoşînê ve wiha hate gotin: “TEV-DEM bi israra pêkanîna peywirên xwe yên berê tev digere û ji bo guhertina ber bi birêxistinkirina civakî ku tê de maf û azadî bêne parastin û rê li pêşiya zîhniyeta desthilatdar û totalîter were girtin, dixebite. Tişta ku di salên borî de pêk hatiye avakirineke rasteqîn a rêveberiya civakê ye. Ev rêveberî dikare bibe rêya ber bi pêkanîna biryara civakê ya azad. Tevgera me pirek bû û bi rêya wê bingeheke xurt ji projeya demokratîk re hate avakirin. Berhema ked û xebatên gelê me di xwe birêvebirinê de ji destpêka damezirandina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve diyar bû. Ji ber vê yekê xebat û hevkarî hate meşandin. Niha em piştrast in ku bi rêya tişta hatiye damezrandin gel dikare rêveberiya xwe bi xwe bike û dikare destkeftiyên xwe mayînde bike, pêş bixîne û di çarçoveyên xwe yên netewî, niştimanî, herêmî û cîhanî de bêtir ber bi demokrasiyê ve biçe. Bi taybet TEV-DEM’ê bingehên xurt ji bo avakirina vê sîstema siyasî û civakî bi rêya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk danîne. Vê rêveberiyê di gelek astan de xebatên xwe pêş xistine. Rêveberiyê sazî û karîgeriyên xwe ava kirin da ku jiyana siyasî, civakî, mafdarî, aborî û ewlehî li Rojava û giştî Bakurê Sûriyê were birêxistinkirin. TEV-DEM’ê bû pirek di navbera welatên herêmî û cîhanê de.
Her wiha li rex şepêlên demokratîk û rêxistinên niştimanî yên giştî gelê Sûriyê karibû eniya demokratîk xurt bike û ber bi sîstemeke siyasî ya demokratîk û nenavendî ve biçe. Niha piştî ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gihîşt asteke rêxistinî ya xurt, hilbijartinên demokratîk bi beşdarbûna partî û şepêlên siyasî û civakî yên hundirê Rojava û Bakurê Sûriyê hatin lidarxistin. TEV-DEM dibîne ku ev rê ber bi xurtkirin û avakirina rêxistinên qada sêyemîn e, weke qadeke serbixwe û weke erkeke bingehîn dibîne. Ne pêkan e sîstemek siyasî rêya xwe ya demokratîk bêyî birêxistinkirin û çavdêriya civakî biparêze û bi rêya civakê rêya wê tê rastkirin û şaşiyên wê tên çareserkirin.”
Hevserokatiya TEV-DEM’ê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em wek Hevserokatiya Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk hêvî dikin ku me daxwazên qonaxê li gorî fedakariya gelê xwe pêk anîbin. Em soz didin rihê şehîdên xwe û soz didin gelê xwe ku em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li ser bingeha rêgezên ku em pê bawer dikin em bi rêya wan di salên borî de têkoşiyan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em piştrast in ku kongreya me wê biryarên girîng bide ku li gorî têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyê be. Dest bi dest em ê ji bo çareserkirina doza kurd bi çareseriyeke demokratîk û edalet tê bikoşin û Sûriyeke li gorî rêveberiyên xweser ava bikin û rêbez û felsefeya neteweya demokratîk pêk bînin.”