Jinên taxa Şêxmeqsûd ya Helebê di nav şert û mercên zehmet de dixebitin û debara malbatên xwe dikin.
Jinên Şêxmeqsûd di hemû qadên jiyanê de dixebitin û debata malbatên xwe dikin.
Jina bi navê Fatma 40 salî ye û dayika 3 zarokan e. Li taxê ji beriya 14 salan ve piştî wefeta hevserê wê bi cih bûye. Fatma di pîşeya nexşekirinê û reşandina morî li ser cilan de dixebite. Bi demê re Fatma di vê pişeyê de dibe xwedî tecrube û niha kar li ser gelek jinên taxê belav dike.
Fatma wiha dibêje: “Divê mirov bi bawerî bixebite. Piştî wefata hevserê min, ez xebitîm û bêyî alîkariya kesekî min debara malbata xwe kir. Jinên kedkar dikarin li hember astengiyên jiyanê bisekinin.”
Her wiha mînakeke jinên kedkar jî jina ku bi eslê xwe Ereb Fatma El-Ibrahîm e. Fatma El Îbrahîm ji beriya 3 salan ve hevserê wê wefat kir. 6 zarokên wê hene. Fatma berpirsyariya malbata xwe bêyî alîkariya kesekî hilgirt ser xwe. Di warê firotina cilên jinan û zarokan de dixebite. Fatma wiha dibêje: “Min bi 15 hezar lîreyên Sûriyê dest bi kar kir û piştre min karê xwe berfireh kir. Bi demê re gelek muşteriyên min çêbûn.”
Fatma El-Ibrahîm diyar kir ku gelek jinên taxê xwe di her mijarên xebatan de îsbat kirine. Jin bêyî alîkariya kesekî dikare aboriya xwe bi pêş bixe û debara malbata xwe bike…ANHA