Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heta Ocalan tecrîdkirî be azadî pêk nayê

27/08/2018
in Uncategorized
A A
Heta Ocalan tecrîdkirî be azadî pêk nayê
Share on FacebookShare on Twitter

Parlementer û rêveberên HDP’ê, çalakvanên TJA’yê û Dayikên Aştiyê bang li her kesî kirin ku tev li mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bibin û bal kişandin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Nûneran diyar kirin ku tecrîdkirina Ocalan tecrîdkirina aştî û azadiya gelê Rojhilata NAvîn e.
HDP û rêxistinên demokratîk û sivîl wê 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê li qada Îstasyonê Mîtînga Aştiyê pêk bînin. Beriya mîtîngê li ser wate û girîngiya 1’ê Îlonê Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, Dayika Aştiyê Yildiz Damla, Çalakvana Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan û Rêvebira HDP’ê Mehtap Metin nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bang li hemû beşên civakê kirin ku li qada Îstasyonê kom bibin û dengê aştiyê bilind bikin.
Rêvebira HDP’ê Mehtap Metîn bal kişand ser girîngiya aştiya herêmê û cîhanê û wiha got: “1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ye. Ji bo aştiyê xwedî wateyeke gerdûnîye. Em jî bi xwesteka aştiyê têkoşîna xwe dimeşînin.”
Metîn bi bîr xist ku hemû desthilatdar ji bo ku berjewendiyên xwe biparêzin pêşiya aştiyê digirin û wiha dewam kir: “Em li cîhanê hêviya jiyaneke bê şer dikin. Li hemû cîhanê desthilatdar ji bo ku xwe li ser pîyan bihêlin pêşiya aştiyê digirin. Divê li hemû cîhanê gel ji bo aştiyê dengê xwe bikin yek û bi hev re bilind bikin.”

TECRÎD GIRANKIRINA ŞER E

Parlementera HDP a Amedê Remziye Tosûn jî bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û wiha got: “Berî her tiştî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girankirina şer e. Tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd bi gelemperî li ser Rojhilata Navîn, li ser gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hemû beşên civakê ye. Xwezaya me kuçeyên me tev kirine qadên şer, qadên tecrîdê. Qeyranên aborî bi rastiya şer ve girêdayi ne. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Ji bo vê bi şiyara “Aştî nayê tecrîdkirin” Emê 1’ê Îlonê Roja Aştiyê a Cîhanê li Qada Îstasyonê mîtînga aştiyê çêbin.”

BILA HEMÛ DAYIK DESTÊ AŞTIYÊ DIRÊJÎ HEV BIKIN

Endama Dayikên Aştiyê Yildiz Damla jî anî ziman ku weke dayik tevî hemû zehmetiyên jiyaye jî her dem aştî xwestiye û ji hemû dayikan xwest ku destê aştiyê dirêj bikin û wiha got: “Em hemû dayik dixwazin li cîhanê li welatê xwe û li Tirkiyê aştî çêbibe. Bila dilê tu dayikan bes bişewite. Bila bes cenaze bikevin hindirê ti malan. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe nahêle ku li tu deveran aştî pêk were. Bila zarokên me nemirin. Li ser Rêberê me tecrîd giran kirine. Ev tecrîdkirina me tevan e. Werin em tev bi drûşma “ aştî nayê tecrîdkirin” li qada Îstasyonê kom bibin û daxwaziyên xwe yên aştiyê bilind bikin.”

EMÊ PERGALA ÎMRALIYÊ HILWEŞÎNIN

Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî derbarê 1’ê Îlonê de axivî û bi taybetî bal kişand tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û wiha got: “Heta pergala Îmraliyê neyê hilweşandin aştiyeke mayinde pêk nayê. Em weke tevgera jinên azad dibêjin em şer naxwazin, azadiyê dixwazin. Ev azadî bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan gengaz e. Heta Birêz Ocalan tecrîdkirî be azadî û aştî jî tecrîdkirî ye. Weke TJA em di serî de bangî jinan dikin, bangî hemû civakê dikin. Em dibêjin emê pergala Îmraliyê hilweşînin, bi şiyara “ Aştî nayê tecrîdkirin” Saet di 16. 00’ê 1’ê Îlonê de hemû kesî dawetî qada Îstasyonê ya mitînga aştiyê dikin.”

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.