Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bajarê qedîm niha buye weke gundekî: Dara

27/08/2018
in Uncategorized
A A
Bajarê qedîm niha buye weke gundekî: Dara
Share on FacebookShare on Twitter

Li erdnîgariya Mezopotamya bi sedan cih û warên dîrokî hene. Yek ji van cih û warên dîrokî Bajarê Antîk Dara ye. Her kesên ku biçin Mêrdîn divê teqez biçin Dara bibînin.
Dara, Dare an jî Darê, di dema Bîzansê de navê wî Anastasiopolîs bûye û di salên 1950’yan de navê wî guhertine jê re gotine Oguz, lê dîsa navê Dara lê kirin. Dara 30 km li başûrê rojavayê Mêrdînê, li ser rêya Nisêbînê ye. Ev bajarê Mezopotamyayê ku di wexta xwe de bi nav û deng bû, çi mixabin ku ew niha bûye weke gundekî piçekî mezin. Dara, ji aliyê hikumdarê persan Dariyûş III (Dara, Darius) ve hatiye ava kirin. Bajar heta çend sedsalên piştî zayînê carinan di bin hikumdariya Împeratoriya Romayê û car carinan jî di bin ya persan de maye. Di sedsalan 7’an de dikeve destên ereban û heta bi sedsala 15’an jî di bin desthilatiya hikumdarên herêmî de dimîne. Piştî sedsalan 15’an jî bajar dikeve destê osmaniyan. Ji piran, serayan, sarîncan û avahiyên din û pereyên car carna di nav xirbeyan de tê dîtin, xuya dike ku Dara bajarekî dewlemend bûye. Cihê ku jê re dibêjin “Zindan” ji aliyê Dariyûş ve hatibû çêkirin [çavkanî pêwîst e], heta îro jî li ser lingan maye. Bajar ji du qisman pêk tê.
Daraya antîk ku wekî Efesa Mezopotamyayê tê qebûlkirin ji aliyê qiralê persan Dariyûşê sêyem ve beriya mîladê di 570-530’an de wekî cihê bêhnvedanê tê avakirin [çavkanî pêwîst e]. Tê gotin ku Dara demekê bûye paxtexta persan jî [çavkanî pêwîst e]. Dara di dema Roma û Bîzansê de di navbera Mezopotamya û Anatoliyayê de bûye bajarekî stratejîk. Piştre ango piştî mîladê di navbera desthilatdariya Pers û Romayê de pir caran diçe û tê. Dîsa dikeve bin desthilatdariya sasanî, part û Tîgranên mezin. Di serdema 15’em de dikeve bin desthilatdariya osmaniyan.
Dara ji çar taxan pêk tê. Ev tax, taxa Haciyan, taxa Kelê, taxa Axê û taxa Fileha ne. Dema ku mirov van taxan ango li navenda Darayê digere şopên dîroka çar hezar salan dibîne [çavkanî pêwîst e]. Piştî şerê Gaugamelayê (331’ê berî zayînê) ji aliyê Îskenderê Mezin ve li gorî bingeha xwe ji nû ve hatiye avakirin. Lê belê, şûnwarê bajarê kevnare yê ku îro li Darayê tê dîtin ji hêla împeratorê bîzansî Anastasius I (Anastasiusê yekem) ve (491-518’ê piştî zayînê) di sala 507’ê piştî zayînê de hatiye avakirin û navê Anastasiopolîs (anku, “Bajarê Anastasius”) lê kiriye, bi dû re jî di sala 530’an de ji aliyê împeratorê Romayê Justinianus I (Justînianusê yekem) ve li gorî mîmariya helenîstîk ji nû ve hatiye avakirin. Bajarê ku ji aliyê persan ve hatiye çêkirin tê hilweşandin û kevirên wê ji bo bajarê nû dibin.
Dora wî bi bedenek 4 km hatiye pêçandin. Du deriyên vê bedenê hene ku yek jê li bakur dinêre û yek jî li başûr. Bedena bajêr ji hêla rojhilatê deriyê bakur ve dest pê dike û ji ber herêma Zellaceyê digihêje ser çem û piştî newala şikeftan jî dixe hundirê xwe, digêje topxaneyê. Li wê derê, li ber seraya Bertevîl bi deriyê başûr ve dibe yek. Bedena ku ji rojavayê deriyê başûr dest pê dike Mekbezeyê (Goristana kevin) dixe hundirê xwe. Dû re li herema Cirgana ji ser kevirê jêkirî derbas dibe û digihêje Haknî û di ber sarîncan derbas dibe. Piştî dorê li Ziyareta Yûnis û Keleya Hundir jî digre, xwe digihîne hinda mizgeftê û bi deriyê bakur re dibe yek. Di nav vê bedena ku ji 4 km dirêj de, hîna jî gelek xirbeyên kilîse, seray, mizgeft, sûk, xanî, pir û sarîncên ku li ser piyan mane henin.

KELEYA HUNDIR
Li ser girekî li bakurî bajêr û bilindahiya wî bi qasî 50 m ye hatiye avakirin. Lê belê îro ji esasê keleyê pêve tu tiştekî din nemane û li şûna avahiyên li ser gir, gundiyan ji xwe re xanî çêkirin in.
Bajarê dîrokî û çandî Dara di demsala havînê de mêvanên xwe pêşwazî dike. Her kesên ku tên Mêrdîn û Nisêbînê divê teqez biçin bajarê Dîrokî yê Dara û serdana Dara bikin…MA

Post Views: 42
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.