Rojnameya Ronahî

Tecrîda li ser Ocalan hat şermezar kirin

Li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her roj zêde dibe. Gelê Rojava ji bo Ocalan di nava tevgerê de ye. Meclisên Dêrik û Çilaxa, saziyên civaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk û Kongreya Star bi daxuyaniyekê tecrîd şermezar kirin û diyar kirin ku gel wê bi saya fikrên Ocalan ji bindestiyê xilas bibin.

Meclisên Dêrik û Çilaxa, saziyên civaka sivîl, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Star bi daxuyaniyekê destnîşan kirin ku gelê herêmê bi saya fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêya azadî û têkoşînê li hemberî sîstema desthilatdar nas kir û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Ocalan şermezar kirin.
Meclisa herêma Dêrikê û Meclisa Navçeya Çilaxa bi daxuyaniyekê tecrîda ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin, şermezar kirin. Bi dehan endamên meclisan, saziyên civaka sivîl û Kongreya Star di xwendina daxuyaniyê de bûn.
Daxuyanî wiha ye:
“Hemû aliyên siyasî dibînin ku sîstema desthilatdar di nav aloziyekê de ye, ji ber wê hewldanên xwe dike ku sîstema kapîtalîzmê bi pêş bixe.
Peymana Lozanê hebûna gelê Kurd tune dike. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn yên herî zêde zirar dît, ji ber parçebûnê, Rojhilata Navîn û bi taybet Kurd bûn.
Gelê Kurd bû hedefa sîstemên desthilatdar û heta niha jî ev yek heye û bi taybet di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ku bi komployeke navdewletî dîl hate girtin û radestî dewleta Tirk a dagirker hate kirin. Ev 20 sal e ku tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin da ku gelê herêmê bê rêxistin û parastin bimîne. Lê tevî wê jî Rêberê Gelê Kurd bi rêya pirtûk û nivîsên xwe erka xwe pêk anî û ji hemû gelê cîhanê re rêya têkoşînê li hemberî sîstemên desthilatdar diyar kir.
Em tercîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Em tekez dikin ku tecrîda li ser Rêberê Mirovahiyê gihaye asta ku nayê tehemulkirin. Em vê yekê şermezar dikin û pêwîst e her kes li hemberî wê bê deng nemîne.
Em bang li hemû gelan û kesayetên aştiyê dikin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û Şengalê û bi taybet êrîşa wê ya dawîn ku xwest bi rêya wê îradeya gelê Êzidî bişikîne û fermandar Mam Zekî Şengalê kirin hedef, bisekinin û helwestên xwe diyar bikin.”