Rojnameya Ronahî

AKP çima şer dixwaze?

Di sê saliyên dawî de li bakurê Kurdistanê şerekî giran rûda û dengvedan û tesîra vî şerî li hemû parçeyên Kurdistanê çêbû. Taybetmendiyên şerê ku van salên dawî hatiye meşandin ji bo dewletê jî û ji bo gelê kurd jî ji yên berê cudatir e. Dewleta Tirk li hemû qadan dizxwaze siyaseta xwe ya înkarê nû bike. Kurd jî êdî ji berê zêdetir xwedî derfet in. Ev merheleyeke nû ye di dîroka şerê 30 salan de.
Dewleta AKP’ê ya bi serkêşiya Erdogan tevdigere ji bo ku li hemberî kurdan şer bide destpêkirin bi dewleta kûr a klasîk re peyman çêkir û li hev kir. Ya rast ew e ku bi dewleta kûr a şerxwaz re tifaq çêkir û dest bi şerekî qirêj ê di dîrokê de nehatiye dîtin kir. JÎTEM’a klasîk û ya Dewleta Kûr a Kesk li ser êrîşê li hev kirine.
Ji ber vê yekê Erdogan û ekîba wî ya şer dimeşîne êdî ketiye rêya bêveger. Jixwe du rê li ber wî bûn. An wekî Ocalan gotî, dê rêya demokrasî û diyalogê hilbijartiba û Tirkiye ber bi demokrasiyê ve bibira an jî dê wekî yên beriya xwe, xwe teslîmî dînamîk û mekanîka darbeyê kiriba.
Erdogan rêya duyemîn hilbijart û bi dewleta kûr, bi navekî din bi ‘dûpîşkê reş’ re tifaq çêkir. Niha ew ekîba ku înfaza li Kurdistanê pêk tîne piranî girêdayî Qesrê ne û raste rast ji aliyê ekîba Erdogan ve tên rêvebirin.
Ji vê yekê hêjayê gotinê ye ku Erdogan ketiye rêya ku vegera wê tune ye. Heke îro Erdogan biryarê bide ku şer rawestîne û aştiyê pêk bîne jî ‘dewleta klasîk a kûr’ dê vê yekê qebûl neke. Heta mimkûn e ku ew mekanîka darbeyê bikeve dewreyê û Erdogan jî bi erdê re rakişîne. Çimkî JÎTEM û hêzên di kûrahiya dewletê de veşartî ne her daîm bi xwed û efendiyên xwe ve vedane.
Ew hêzên bi jehr zû bi zû dev ji xwediyên xwe bernadin. Yenîçeriyan çawa padîşahên xwe daliqan û bi erdê re kişandin tê zanîn. JÎTEM’ê çi anî serê Tansu Çîller û Suleyman Demîrel her kes dizane. DAIŞ’ê çi anî serê wan hêzên piştgiriya wê dikin baş tê dîtin. Ew hêz serê xwediyê xwe dixwin.
AKP ew qas motîveyî şer û êrîşan bûye ku
êdî bi awayekî aşkera dibêje; ‘Ev şer me ji bo qelskirin û têkbirina destkeftiyên kurdan û daye destpêkirin û dê bidome’.
Pirsa girîng ew e ku vê ekîba ku di bin aqilmendiya Erdogan de biryara şer daye bi kîjan armancê dest bi van pêkanînan û şerî kir?
Her kes dizane ku kurdan di salên 90’ê de dest ji têkoşîna xwe berda û li hemberî vî şerê qirêj û vê dewleta kûr serî netewand. Di serdemeke wiha ku kurd bûne aktorên esasî yên herêmê û cîhanê de ma mimkûn e ku bi van êrîşan serî bitewînin. Ne mimkûn e ku piştî kurd ev qas nêzî azadiyê bûne bi van êrîşan dev ji vê armanca xwe berdin. Li Rojava Xweseriya Demokratîk gihiştiye merheleyek dîrokî û girîng. Çima kurd bi kuştin, girtin û topebarana bajaran dev ji vê meşa serfiraziyê berdin.
Hem Tevgera Azadiya Kurdistanê hem jî nûnera siyaseta demokratîk HDP ji her demê zêdetir nêzî serkeftin û serfiraziyê ne. Azadî nêzîk û serkeftina di hilbijartinan de nîşana vê yekê ye.

Tayîp TEMEL