Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye

26/08/2018
in Uncategorized
A A
Nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Endamê Civata Tevgera Goran Hêmin Şêxanî diyar kir ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva axaftina sefîrê Tirk a li ser Kerkûkê bide û got; “Tirkiye dixwaze bi van axaftina şikestina xwe ya navxweyî veşêre.”
Dewleta Tirk a ji aliyekê ve li Kerkûkê bi komên çete yên bi çek ku bi destê Eniya Tirkmen herêmê têk dide, li aliyê din jî niyeta xwe ya di warê Kerkûkê de hê zelaltir kir. Di 21’ê Tebaxê de sefîrê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz çû Kerkûkê nimêja cejnê kir û got; “Kerkûk axa kalikên me ye, ji bo yên li vir jî Tirkiye jî axa kalikê wan e.” Ev axaftina Yildiz rastî bertekên aliyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê hat.
Endamê Civata Tevgera Goran û Berpirsê Şaxê Tevgera Goran ê Hewlêrê Hêmin Şêxanî li ser mijarê helwesta Tevgera Goran aşkere kir û got; “Weke Tevgera Goran axaftina sefîrê Tirk red dikin. Li gorî me, bê cudahî Kerkûk bajarê bihevre jiyana hemû pêkhateyane.”
Şêxanî diyar kir ku Tirkiye dixwaze bi van axaftina şikestina navxweyî veşêre û wiha dewam kir; “Ji ber ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye. Dîrok şahidê vê ye. Divê birayên Tirkmen vê fêm bikin ku nasnameya Kerkûkê Kurdistanî ye.”
Endamê Civata Tevgera Goran Hêmin Şêxanî bêdengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li hemberî axaftina sefîrê Tirk Yildiz rexne kir û got; “Pêwîst bû hikûmeta Herêma Kurdistanê li şûna me bersiva sefîrê Tirk bida ya. Lê, mixabin heta niha bêdeng e. “…ROJNEWS

Post Views: 284
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.