Rojnameya Ronahî

Qeyrana Emerîka û Tirkiyê

Şerê aborî yên di navbera dewletên cîhanî de didome. Ev şer şêwazek berdewamiya şerê çekdarî yê îro li Sûriyê ye. Îro dewletên şerên aborî xistine rojeva xwe, di heman demê de li Sûriyê di nava şerek dijwar de ne. Ji bo wê jî encama şerê çekdarî çibe, wê encama şerê aborî jî ew be. Di hedefa şerê aborî de 3 dewletên sereke hene. Rûsya, Tirkiye û Îran. Ev her sê dewletên di çarçoveya civînên Astana de lihevkirine û niha di gelek mijaran de li Sûriyê siyasetên hevbeş dixin meriyetê, hedefa şerê Aborîne. Niha gelek kes pirs dikin ku çima Dewletên Yekbûyî yên Emerîka Tirkiye jî xistiye nava hedefên êrîşên xwe yê aborî. Weke Îran û Rûsyayê nebe jî li ser Tirkiyê jî ambargoyek pirr alî dimeşîne. Ev herçend wek krîza keşe Brunson tê xuya kirin jî, lê rastiya vê pirr kûre.
Di sê mijarên sereke de dewlata Tirk di salên dawî de li dijî siyaseta DYA’yê tevdigere.
Mijara yekem Îran e. Dewleta Tirk berî peymana atomî bi Îranê re ambargoyek hişk danîbû ser Îranê û di nava Îranê de jî tevlîheviyên mezin destpêkiribûn. Lê daxwaza gel ya demokrasiyê ji aliyê dewleta Îranê de bi tûndî hatin tepisandin. Gelek şêwirmendan li ser piyan mayîna dewlata Îran wek bihêzbûna aboriya Îranê pênasekirin. Lê rastî li ser piyan mayîna aboriya Îranê wê piştre bihata zanîn. Sê goşeya Tirkiyê, Qatar û Îranê ya li ser firotina zêr û herîkîna perê germ nava Îranê, hişt ku ambargoya Emerîka li ser Îranê vala derkeve. Di şikestina amborgoya li ser Îranê de rola sereke jî dewleta Tirk lîst. Ev ji bo siyaseta DYA derbek mezin bû.
Mijara duyem jî Sûriyê bû. Piştî aloziyên li Lîbya, Misrê û herî dawî li Sûriyê dewam dike, DYA dixwest rejîma Sûriyê hilweşîne û dewletek wek Iraqê li Sûriyê rêxistin bike. Lê dewleta Tirk berevajî vê siyaseta Emerîka, destek da komên wek Cephet El Nusra, DAIŞ. Ev destekdayîna dewleta Tirk ji bo van komên dermirovî hişt ku, perçebûn têkeve nava komên li dijî rejîma Sûriyê û lewaz bikevin. Bi vî rengî hevkariya Tirkiyê, Erebîstana Sûdî û Qatar xerabû. Heta DAIŞ di çarçova Sûriyê de bû ji bo Emerîka nepirsgirêk bû. Lê dema bidestekdayîna dewleta Tirk, DAIŞ berê xwe da Iraq, berjewendiyên Emerîka yên Rojhilatanavîn xist bin metirsiyê. Di wateyek din de dewlet tirk, hişt ku Emerîka siyaseta xwe ya Sûriyê biguherîne. Di heman demê de dewleta Tirk li dijî hevkarên Emerîka yên Rojhilatanavîn Misrê û Erebîstana Siûdî bû navnîşana rêxistina Birayên Misliman. Bi vê yekê bû beşek ji eniya Îranê. Ev dijberiya dewleta Tirk ya Emerîka hişt ku rejîma Sûriyê liser piyan bimîne û derbek mezin li siyaseta Emerîka ya Sûriyê xist.
Mijara sêyem jî têkiliyên Rûsya û Tirkiyê ye. Li ser dijberiya gelê Kurd di navbera Rûsya û Tirkiyê de li ser Sûriyê di çarçoveya Astana de lihevkirin. Di heman demê de bi têkiliyên aborî û kirrîna fuzeyên S-400 ve li dijî siyaseta Emerîka, bi Rûsyayê re tevdigere. Ev ne tenê di mijara Sûriyê û çek kirrînê, di mijara Ûkraniya û Qirimê de di eniya Rûsya de niha cihê xwe girtiye. Ev ne tenê li dijî Emerîka, wek endamek NATO li dijî NATO cihê girtine.
Qrîza aboriya Tirkiyê ne ji ber qrîza siyasî ya bi DYA re be jî, lê guhertina rejîma dewleta Tirk ji bo hevalbendê wê yê berê Emerîka û Ewropa qeyranek mezin e. Ev qeyran an wê guhertina siyaseta û heta guhertina deshilatiya Erdogan bi encam bibe, an jî wê Erdogan ji bo deshilatiya xwe bi Emerîka re lihev bike. Ev jî wê bê wateya guhertina siyaseta Tirkiyê, bi Emerîka re dijberiya Îran, Sûriye û Rûsyayê bike.

Ezîz KOYLUOGLU