Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

TEV-DEM wê guhertinên mezin pêk bîne

26/08/2018
in Uncategorized
A A
TEV-DEM wê guhertinên mezin pêk bîne
Share on FacebookShare on Twitter

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM wê konferansa xwe ya sêyemîn lidarbixe. Berdevkê Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif diyar kir ku TEV-DEM wê guhertinên cidî di konferansa xwe ya sêyemîn de pêk bîne û got, “biryarên konferansa sêyemîn a TEV-DEM’ê wê li ser bingeha xeta sêyemîn bêne dayîn.”

Berdevkê Têkiliyên Dîplomasî ya TEV-DEM’ê Kemal Akif diyar kir ku TEV-DEM wê guhertinên cidî di konferansa xwe ya sêyemîn de pêk bîne û piştrast kir ku biryarên ku ji konferansê derkevin wê li gorî pêşketinên siyasî û civakî yên li Sûriyê bin.

Berdevkê Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akif derbarê xebatên amadekariya lidarxistina sêyemîn konferansa TEV-DEM’ê de ku were lidarxistin, axivî.

Akif di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku TEV-DEM li ser bingeha birêxistinkirina civakê û avakirina civakeke exlaqî û demokratîk hatiye damezirandin. Ji sala 2011’an ve û piştî guhertinên li herêmên Sûriyê rû dane, TEV-DEM bi roleke girîng di hemû aliyên siyasî, civakî û aborî de rabû.

Akif da zanîn ku TEV-DEM ji dema hatiye damezirandin ve tu carî alîgiriya tu aliyan nekiriye da ku bigihîje desthilatdariyê û berovajî wê xebatên xwe di perwerdekirina civakê de dane meşandin û gelek akademî vekirin. Bi rêya van xebatan jî projeya Tevgera Civaka Demokratîk veguherî yek ji projeyên herî girîng û herî guncaw di hundirê Sûriyê de.

Akif piştrast kir ku sazî û meclîsên ku TEV-DEM beşdarî wan bûye, bi roleke mezin di Sûriyeyê de rabûne û wiha got: “Bi rêya TEV-DEM’ê van sazî û meclisan tecrube wergirtin û karibûn xwe bi xwe xwe bi rê ve bibin. Li ser vî esasî TEV-DEM dê rola xwe li gorî geşedanên li herêmê û guhertinan piştî sala 2018’an dê rola xwe biguherîne.”

Akif bal kişand ku TEV-DEM dê xebatên xwe li herêmên Bakurê Sûriyê berdewam bike û wê bi roleke girîng di çareseriya aloziya Sûriyeyê de rabe û dê cihê xwe di nava saziyên sivîl de bigire. Lidarxistina konferansê jî li ser pêdiviya geşedanên li herêmê ye.

Akif da zanîn ku biryarên konferansa sêyemîn a TEV-DEM’ê wê li ser bingeha xeta sêyemîn bêne dayîn û TEV-DEM wê guhertinên cidî di vê konferansê de pêk bîne.

Derbarê şandeyên ku wê beşdarî konferansê bibin de berdevkê Têkiliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Kemal Akif diyar kir ku wan hemû meclisên girêdayî Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî û kesayetên siyasî vexwendine konferansê…ANHA

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.