Şêniyên navçeya Tirbespiyê û Şaredariya Gel a navçeyê ji ber avêtina gemarê ya ajokaran i ser rêyan bi gilî û gazinc in. Ajokar di pencereyên erebeyên xwe re gelaşê diavêjin ser rêyan. Ew jî dibe cihê nerazîbûna şêniyan û xebatên karkerên paqijiyê zêde dike.
Erebeyên Şaredariya Gel a navçeya Tirbespiyê û şaredariyên girêdayî wê ji serê sibehan de rojane rê û kolanan paqij dikin. Lê piştî tevgera erebeyan li ser rêya giştî di navbera Dêrik-Qamişloyê de ku di nav Tirbespiyê re derbas dibe, gelek gemar û gelaş li ser rêyê kom dibe. Gelek ajokar gelaşê di pencereyan xwe re diavêjin ser rêyan.
Bandorên vê yên neyînî li ser tenduristiya gelê herêmê dike. Bêhna nexweş belav dibe û tevî wê jî xebatên karkerên paqijiyê zêde dibe.
Her çend hemleyên Şaredariya Gel a Tirbespiyê li hemû dever û gundên navçeyê bi armanca teşwîqkirina welatiyan li ser paqijiyê pêk hatibin jî ev ji holê ranebû…ANHA