Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sûra dîrokî buye qurbana terora DAIŞ’ê

26/08/2018
in Uncategorized
A A
Sûra dîrokî buye qurbana terora DAIŞ’ê
Share on FacebookShare on Twitter

Sûra El-Reşîd li bajarê Reqayê ji girîngtirîn cihên dîrokî yên Sûriyê ye. Mîna xelekekê bi dirêjahiya 5 km û firehiya 5 metre bajêr dorpêç dike. Dîwar bû şahidê gelek şeran ên di dîrokê bajêr de.

Bajarê Reqayê li ser berava çemê Firatê ye. 200 km li rojhilatê bajarê Helebê ye. Ji aliyê çandinî û pîşesaziyê ve navendeke jîndar e. Bajarê Reqayê B.Z. 242’yan de ava bûye. Destpêkê bi navê Kalînîkos dihat naskirin. Piştî têketina artêşên îslamî a bajêr, navê wê veguherî Reqayê.

Di sala 772’yan de xelîfeyê Ebasî El-Mensûr paytexta dewleta Ebasiyan li rex Reqayê ava kir. Navê El-Rafiqe lê kir. Bajarê nû li ser şêwaza mîmariya bexdayî hate avakirin. Di salên di navber 796’an û 808’an de xelîfeyê Ebasî Harûn El-Reşîd Reqa wek paytext ji xwe re bi kar anî.

SÛRA EL REŞÎD

Sûr ji kevirên gêç hatiye avakirin. Xanî û deriyên bajarê Reqayê mîna Bexdayî bûn. Sûr li ser teşeya nalê hespan hatiye avakirin. Bi du dîwaran dorpêç kiriye. Sûrên hundirîn û sûrên derve. Stûrahiya sûra hundirîn 5 metre ye. Dirêjahiya Sûra El-Reşîd 5 km ye. Rûbara bajêr di nav sûrê de milyonek û 500 hezar metredam e. Di dirêjahiya sûrê de 74 birc hene û tenê niha 50’î birc mane. Derdora her bircekî 15-16 metre ye. Her wiha gelek deriyên wê hene. Ji aliyê başûrê rojava ve deriyê El-Cînan. Ji aliyê başûrê rojhilat ve deriyê Bexda û her wiha deriyên Heran û Şamê jî hene.

Gelek şênî serdana sûra ku bûye şahidê binpêkirinên çeteyan der heqê bajêr de, dikin.

DAIŞ SÛR WÊRAN KIR Û BERHEMÊN WÊ FIROT

Çeteyên DAIŞ’ê bi zanabûn cihên dîrokî yên bajarê Reqayê talan û wêran kirin û hemû parçe û peykerên dîrokî ji mûzexane, Til El-Bîa, Sîr El-Reşîd û Keleha Herqele dizîn û firotin Tirkiyê.

Çeteyên DAIŞ’ê sûr ji xwe re kiribûn baregeh. Ji ber wê gelek xirab bû. Her wiha kirin cihê avêtina çopê û rawestandin û çêkirina erebeyên xwe û qolên mezin di bedena sûrê de kolandin. DAIŞ’ê tenê ev nekir, ji bo hêsankirina tevgera xwe di nav bajêr de, di nav sûrê de tunel û joreyên sûrê bi kar anîn. Her wiha noqteyên xwe ava kirin. Bi vî awayî xuyanga sûr û bajêr guhertin.

Hin komên çeteyan di dawiya Adara 2013’an de bajarê Reqayê xist bin serweriya xwe û bi vê yekê bajarê Reqayê yekemîn parêzgehên Sûriyê ku ji bin serweriya rêjîma Sûriyê derdikeve. Di Tebaxa 2014’an de Reqa ket bin serweriya DAIŞ’ê.

Di 17’ê Cotmehê de li ser bangewaziya şêniyên Reqayê QSD’ê bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Niha û piştî avakirina Meclisa Sivîl a Reqayê, Karîgeriya Şûnwaran a girêdayî meclisê ji bo vegerandina xweşikiya bajêr, sûrê restore dike…ANHA

Post Views: 41
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.