Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Efrîn wê bi destê jinê bê rizgarkirin

26/08/2018
in Uncategorized
A A
Efrîn wê bi destê jinê bê rizgarkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Di bin diruşmeya ” Bi felsefeya Rêber APO emê dagirkeriyê têk bibin, bi pêşengtiya jinên ciwan emê Sûriyeke azad ava bikin ” Sêyemîn Kongreya Jinên Ciwan di 8 Tebaxa îsal de li bajaroka Rimêlan ê girêdayî Kantona Cizîrê bi beşdarbûna 800 delegeyên herêmên Bakurê Sûriyê hate lidarxistin.

JIN XWEDÎ ROLA PÊŞENG E

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Efrînê Newal Demircî di derbarê kongreyê de ev nirxandin ji Rojnameya Ronahî re kir. Demircî got: Delegeya Efrînê ji heft jinan pêk dihat. Di kongreyê de rapora du salan hat xwendin û xebat û têkoşîna jinên ciwan hate nirxandin. Di nîqaşên kongreyê de pirsgirêkên ku rastî jinên ciwan tên jî hatin nîqaşkirin.

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Newal Demircî di berdewama nirxandina xwe de got ku; di encama kongreyê de, gelek biryarên girîng hatin standin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: Yek ji biryarên kongreyê ew bû ku pêwîste jin ji her demê bêtir xwe birêxistin bike. Ji bo ku jin li hemberî êrişan xwe û nirxên xwe biparêze, divê di aliyê parastinê de bibe xwedî rola pêşeng. Newal dewam dike: Ji bo ku jin li hemberî zihniyeta baviksalarî ya serdest bibe bersiv, pêwîstiya wê bi perwerdehiyê heye. Ev jî yek ji girîngtirîn biryarên kongreyê bû.

BERÊ XWE BIDIN ÇEPERÊN BERXWEDANÊ

Newal Dermircî di derbarê nîqaşên li ser rola jinên ciwan di Berxwedana Serdemê de ev tişt anî ziman: Di Sêyemîn Kongreya Jinên Ciwan de rola pêşeng a jinan di 58 rojên Berxwedana Serdemê de hate nirxandin ku yek ji sembolên Berxwedana Serdemê Şehîd Avesta Xabûr bû. Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Newal Demircî di dawiya nirxandina xwe de bang li jinên  ciwan kir ku, yekser berê xwe bidin mewziyên duyemîn qonxa Berxwedana Serdemê û cihê xwe di çeperên rizgarkirina Efrînê de bigirin û got: Ji bo ku jinên ciwan bibin xwedî rêxistineke xort û têkoşîna xwe dewam bikin, pêwîste ji bo nirxên azadî û wekheviyê rola xwe ya pêşeng bi awayekî zêde rêxistinkirî dewam bikin.

Şîlan XOCE

Post Views: 39
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.